Dirûnxaneya ku salên dirêj e xizmeta gelê Mexmûrê dike 2018-05-29 09:04:53   Hîvda Tallî   MEXMÛR -Dirûnxaneya Mexmûrê ya bi 20 jinan salên dûr û dirêj yên penaberiyê xizmeta gelê Mexmûrê dike, hê jî vê xebata xwe berdewam dike.   Dirûnxaneya Mexmûr ya di bin sîwana Weqfa Jinê ya Mexmûr de di sala 1999'an de hatî avakirin hê jî bi awayê serkeftî karê xwe didomîne. Têkildarî kar û xebatên vê saziyê Dayika xebatkar Emîne Şaxî bahsa xebatên xwe kir.   'Dirûnxane weke navendeke jinan kar dike'   Xebatkara dirûnxaneya Wargeha Mexmûr Dayika Emîna Şaxî ku bahsa xebatên xwe kir bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir û got: "Dema em destpêkê hatîn Mexmûr me di çadiran de bi mekîneyên biçûk dirûnxane vekir. Di vê dirûnxaneyê de em 20 jin dixebitîn, ji wan jinan hinekan cil didirûtin û hinekan jî makîneyên sîf bi kar danîn. Gelek jinan jî mehfûr çêdikirin. Wê demê me bi îmkanên kêm gelek karên serkeftî dikir. Dirûnxane li vêderê di sala 1999'an de ji bo jinên wargehê hat vekirin. Da kû jinên wargehê xwe bi rêxistin bikin. Hemû jinan hewl dida ku di dirûnxaneyê de bixebitin. Di dirûnxaneyê de karên weke çanta, şeleme, ber, qazax, cil û bergên kurdî ji aliyên jinên wargehê ve dihatin çêkirin."   'Bi saya vê dirûnxaneyê gelek jinan debara xwe dikir'   Dayîka Şaxî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand  ser perwerdekirina jinan û wiha berdewam kir: "Dirûnxaneya wargehê berê girêdayî şaredariyê bû. Ji ber kû karê vê derê piranî jinan bi rê ve dibirin rêveberiya wê jî Meclîsa Îştarê girt ser milên xwe. Niha ji ev der girêdayî wexfa jinê ye ji ber kar û xebatên kû em pê ve mûjûl dibîn hemû girêdayî weqfa jinê ne. Em kesên dixebitin hemû jin in. Gelek jinên wargeha Mexmûrê divê dirûnxaneyê de perwerde dîtine û niha di malên xwe de ji bo debara xwe karê dirûtinê dikin û debara mala xwe dikin."   Dirûnxane di xizmeta gelê wargehê de ye   Xebatkara dirûnxaneya Wargeha Mexmûrê dayîka Emîna Şaxî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Karê dirûtinê ji bo jinan karekî gelek baş û girîng e. Minaka herî ber bi çav di  vî warî de jî ez im. Dema em nû hatîn wargehê bi tena sere xwe min makineyek anî û min dest bi dirûtina cilan kir. Min debara xwe û zarokên xwe bi dirûtina cilan dikir. Ez niha gelek keyfxweşim kû karekî  bi vî awayî dikim û karekî gelek pîroz e. Ji dema kû dirûnxane vebûye heta niha karê me bi awayekî rêk û pêk berdewam e. Niha jî ev dirûnxane jii aliyê gelê wargehê ve rastî eleqeyek mezin tê."