Nurşan Demîr hat surgunkirin û ji zarokê xwe hat dûrxistin 2018-05-17 09:10:48   MÊRDÎN - Nurşan Demîr a li Nisêbînê hat binçavkirin û bi îşkenceyê îfadeya wê hat girtin û piştre hat girtin, bêyî agahiyê bidin malbat û parêzerên wê surgunî Girtîgeha Wanê hat kirin. Nurşana ku 5 zarokên wê hene, dîtina wan zehmetir bû.   Nurşan Demîr a 45 salî ku di nav 70 kesên di pevçûnên Nisêbînê de hat binçavkirin de cih digire, ev du sal e li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bû û surgunî Wanê hat kirin. Nurşan bi îfadeyên di bin îşkenceyê de dabûn û îfadeyên şahidê veşartî ev du sale girtiye û di du dadgehên berê de gotibû wê di bin îşkenceyê de îfade daye û naxwaze ji zarokên xwe dûr bimîne.   Du rojan li Muşê hatiye girtin   Piştî malbat diçe hevdîtina Nurşanê hîn dibin ku ew surgun kirine. Malbat piştî hîn dibin ew biriye Wanê li Girtîgeha Wanê digerin û dixwazin rojên hevdîtinê hîn bibin lê ji malbatê re tê gotin ku kesek wisa li wir tuneye. Li ser vê malbat li Girtîgeha Mêrdînê digere û lê ew jî dibêjin me şandiye Wanê. Du rojan malbat telefonan dike û agahiyê nagire. Piştî parêzer dikeve dewrê hîn dibin ku bêyî hincet du rojan  li Girtîgeha Tîpa E ya Muşê wek ‘mêvan’ hiştine.   Nurşana ku hat surgunkirin 5 zarokên wê hene û bi surgunê re wê zarok mehê carekê dayika xwe bibînin. Malbatê diyar kir ku berê qe nebûya hefteyê carekê zarok diçûn hevdîtinê û gelek bi bandor dibin. Malbatê diyar kir ku bi vê yekê hem îşkence bi dayikê hem jî bi zarokan tê kirin.