Dêra Mor Evgîn li bende serdanan e 2018-05-11 09:07:21   MÊRDÎN - Dêra Mor Evgîn a 1700 hezar salî ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ye piştî hatiye kifşkirin şûnde rastî eleqeyek mezin tê.    Dêra Mor Evgîn ya 1700 salî ku li kontarê Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbînê ye bi dîtbariya xwe dişibe Manstira Sumela a Trabzonê. Dêr piştî nûçeyên ‘li bende kîfşkirinê ye’ şûnde rastî eleqeyek mezin a turîst û gelê herêmê tê.  Dêra ku bi dîrok û mîmariya xwe mirovan matmayî dihêle, ji ber demek dirêj girtî maye, divê bê restorekirin û niha gelê herêmê xwedî lê derkedikeve.   1700 sal paşeroja wê ya dîrokî heye   Dêra 25 kîlometreyî ji Nisêbînê dur li Kontarê Çiyayê Bagokê cih digire û di dema Roma de hatiye înşakirin. Di 1970’ê de piştî keşîşê dêrê  Lahdo Orz jiyana xwe ji dest da hat girtin. 41 sal şûnde  ji Mîdyatê keşe hat tayînkirin û ji nû ve vebû.  Dêra ji ku ji yên din ên Mêrdînê cudatir e, ji bo Suryaniyan wek Kudusa duyem tê zanîn. Suryanî ji bo bibin hecî diçin Kudusê û beşek îbadeta xwe jî li vir dikin.    Kes dêrê nizane   Ji gundê Marîne welatiyekî diyar kir ku berê kes nedihat vir û got: “Herî dawî piştî dêr vebû turîst hatin vir û ji îbadetê re hat vekirin. lê hîna jî girîngiya ku divê bê dayîn tune. Dîrokek dêrêya gelek kevn heye. Li bende restorekirinê ye. Agahiya gelek kesî ji vir tune ye.