Jina ku ducanî bi rojan meşiya: Ez ê ji zaroka xwe re berxwedana Efrînê vebêjim 2018-04-30 09:02:21   Lîlav Elî-Tolîn Mihemed   ŞEHBA - Jina bi navê Dîjle Bezika ku piştî berxwedana Efrînê ya 58  rojan ji ber êrîşên dewleta tirk û koma girêdayî wê OSO'ê penaber bû, bi rojan tevî pitika di nava xwe de bi rojan meşiya û li Şehbayê bi pitka xwe ya 36 rojî re dijî çîroka xwe ya berxwedanê vegot.   Bi sedan welatiyên Efrînê piştî berxwedana 58 rojan ji ber êrîşên hewayî yên dewleta tirk û komên girêdayî wê mecbûr man ku warê xwe terk bikin û koçî Kantona Şehbayê bikin. Ev kesên ku hatin koçberkirin bi rojan di riyan de gelek êş kişandin û hinekan ji wan jî di riyan de jiyana xwe ji dest da. Kesên ku ji vê rewşê herî zêde bi bandor bûn kal -pîr, zarok û jinên ducanî bûn. Ji van kesên ku bi gelek êş û zahmetiyan re rûbirû man yek jê jî jinana 20 salî ku bi rojan ducanî meşiya ya bi navê Dîjle Bezika ye ku ji ber zor û zahmetiyên li serê riyan niha bi pitika xwe ya beriya demê ku berî bi 36 rojan aniye dinê li Şahbayê têkoşîna jiyanê dide ye. Dîjleya ku hevjînê wê di berxwedana Efrînê de hevjînê wê li navçeya Şiyê jiyana xwe ji dest da diyar dike ku ew ê ji lawê xwe re berxwedana Efrînê vebêje.   'Me bi rojan li ber xwe da'   Dijle anî ziman ku ji destpêka erîşên dewleta tirk a dagirekr û komên girêdayî wê li ser herêma Efrînê 58 rojan li ber xwedane lê piştî ku êrîşên li ser navçeya Şiyê dijwar bûne ew bi malbata xwe re mecbûr mane navçeyê terk bikin û ji ber ku hevjênê wê di berxwedanê de cih  girtiye ji hevjînê xwe qetiyaye û ketiye ser riyan têkoşîna xwe ya jiyanê wiha vedibêje: "Li navçeyA  şiyê êrîş gelek giran bû. Navçe  bi hemû teknîka pêşketî dihat topbaran kirin û li dijî êrşan berxwedanê jî berdewam dikir.  Piştî ku hevjînê min di encama berxwedanê de şehîd ket ji ber ku me nedixwest em Efrînê bi terikînin me berê xwe da navenda Efrînê. Lê li ser navenda Efrînê jî êrîş dijwar bûn ji bo ku ez pitika di nava xwe de biparêzim me berê xwe da Şehbayê."   'Min di rê de gelek zahmetî kişand'    Dijle di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:"Ez du canî bûm demê ku ez ji Efrînê derketime min gelek êş û zehmetî jiya, Ji ber ku ez ji Efrînê heta çiyayê Lêlûnê  meşiyam. Ji ber zor û zahmetiyên ku min kêşandin zaroka min berî dema xwe nîvco ji min re bû. Zaroka min bavê xwe nedît û bavê wî jî ew nedît."   'Ez ê ji zaroka xwe re berxwedana Efrînê vebêjim'   Dîcle bal kişnad ser hovîtiya dewleta tirk a li Efrînê û wiha dawî li axafitina xwe anî: "Dewleta tirk bû sedem ku zaroka mim bê bav mezin bibe û ne di demê xwe de bibe.  Erdogan bû qatîlê zarokan. Bila Erdogan baş bizanibe ku dema zaroka min mezin bibe ez ê jê re berxwedana Efrînê  vebêjim û wê çeka bavê xwe rake û tola wî hilide. Em ê li ber xwe bidin û bi serbilindî vegerin Efrînê."