Li dijî rantê têkoşîna bajêr: Em naxwazin Îzmîr bimire 2018-04-27 09:04:14   ÎZMÎR - Welatiyan bertek nîşanî faaliyetên înşaatê yên di serî de li dora qada Fuara Kulturpark a Îzmîrê û gelek cihên din dan û gotin: “Îzmîr êdî ji bajarê behrê derketiye. Yên pere didin avahiyên 30 qatî bi rehetî çêdikin. Em naxwazin wek Enqere an jî Stenbolê Îzmîr jî bimire.”   Bertekên welatiyên Îzmîrê li dijî faliyetên înşatê berdewam dike. Welatiyên balkişandin ser xerabûna bajar diyar kirin ku ew naxwazin Îzmîr jî wek Stenbolê  ji ax û şînahiyê bêpar bimîne û di vê mijarê de jî detshilatdariyên herêmî hişyar dikin.   Jina bi navê Ferîze Kuşçu  diyar kir ku hewcedariya kesî bi rezîdans û AVM’yan tuneye û wiha got: “Ev proje ne ji bo gel in. Hemû jiyana min li vir derbas bû. Cihên gel diçûnê girtine. Saetên vebûna fuarê kêm kirine. Eleqeya kesî nema. Mirov tenê ji bo seyranê tên. Qada seyranê tunebûna jî divê bihatana. Divê ev der neyên fedakirin. Divê Îzmîr jî wek Stenbol û Enqereyê nemire.”   ‘Tunekirina vir kuştina bajêr e’   Melek Cîhan jî  destnîşan kir ku Kulturparq bi zanebûn ji nasnamebûna Îzmîrê tê derxistin û got niha tenê cihên mirov biçinê tenê Lunapark mane û  wiha got: “Lunapark jî rabe wê gel biçin ku? Tu cihê me namîne. Di rewşa AKP hilbijartinê 24’ê Hezîranê qezenc bike de wê dar bên birîn. Bila kes neyê xapandin.”   Funda Erbakan jî ew dixwazin di Kulturpaqê de  ji bo jin û zarokan faaliyet zêde bibin û îlankirina bernameyên Kulturparqi baş nayên kirin û got ger ev park ji holê rabe wê jiyan bimire.    Sema Aktuluk jî bertek nîşanî bûyerê da û got divê dîroka Îzmîrê bihata parastin û got Îzmîr êdî ji bajarê behrê derketiye.