Jin ji gihayên li dora kelê yên bijûndar sûdê digirin 2018-04-22 09:03:52   Zeynep Durgut   WAN - Ligel hatina demsala biharê gihayên ku li cihên herî bilind û paqij şîn bû. Jinên ku ji her gihayekê sûdê digirin, li derdora keleha Wanê giyayên herî bijûndar kom dikin.    Bi hatina demsala  biharê re giha  jî şîn bû. Her sal jinên Serhedê di demsala biharê de li zozanên herî xweş û çiyayên herî bilind, giyayên herî bi tam kom dikin. Li keleha Wanê ya dîrokî her sal gihayên ku ji bo tendûrîstiya mirov baş in şîn dibin, ev giya  ji aliyê jinan ve tên komkirin û di nav xwarinan de tê bikaranîn.    ‘Ew gihayê ku  ji bo tendûristiya mirov  herî baş e, mirov dikare li derdora kelehê bibîne’   Dayika bi navê Xanim Akbaş anî ziman ku gihayê ku ew kom dikin ji bo her nexweşiyekê derman e û got ku ji xwarinên giran zêdetir divê giha bê bikaranîn û wiha axivi:”Demsala biharê hatî heyanî niha ez, keça xwe û bûka xwe bi hev re tên gihayê kom dikin. Em ji navçeya Elbaxê ne. Ev 20 sale em li navenda Wanê dijîn. Ji ber ku zozan hemû hatine qedexekirin em di warê dîtina gihayê û komkirina wê de pir zehmetiyê dikşînîn. Gihayê baş li her deran şîn nabe li ku derê hebe em jin diçin wir. Her sal li her taxan jin tên derdora kelehê û gihayê kom dikin. Ji ber ku ew gihayên ji bo tendûristiya mirov baş in, mirov li derdora kelehê dibîne. Her roj jin bi tûrikên xwe derdorên kelehê giyayê herî bi tam û xweş kom dikin. Demsala biharê de xwarina me tev giyaye, em ji giyayê biharê pir hez dikin. Ji ber ku gava ku mirov giya dixwe hem laşê mirov sivik dibe, hem jî ji bo nexweşiyan derman e.”   ‘Gihaya biharê pêşiya  nexweşiyan digire’   Jina bi navê Halîme Durmuş jî bi lêv kir ku ew her hefteyê du caran li keleha derdorên kelehê gihayê kom dikin û got ku ew ji her gihayekê sûdê digirin û wiha got:”Gihayên ji bo tendûristiya mirov herî zêde baş, di demsala biharê de çê dibe. Mirov nikare li her derekê gihayê baş peyda bike. Em ji taxek din heta vir hatine ku em gihaya paqij kom bikin. Li derdora kelehê gihayê tere, elegez û giyayên cûr bi cûr çê dibin. Ji ber wê jî her demsalên biharê de navnîşana me dibe keleha Wan ê. Ev giyaya jî di nav keledoş, zelate û di nav her xwarinekê de bi kar tînîn. Em jinên taxê her hefteyê du caran  bi hev re tên komkirina gihayê. Divê mirov ji gihayên biharê sûdê bigire. Ji ber ku gava mirov van gihaya biharê dixwe  ev giha pêşiya  nexweşiyan digire. Di heman demê de em ji bo zivistanê jî giha kom dikin. ”   ‘Em hem ji bo seyranê hem jî ji bo komkirina gihayê tên vir’   Eyşê Yagiz bal kişand ser girîngiya gihayê û got ku gihayê herî dewlemend li ser erdnîgariya Kurdîstanê şîn dibe û wiha domand:”Em jin bi hev re her tim hem ji bo seyranê hem jî ji bo komkirina gihayê tên vir.  Di demsalên biharan de xwarinên me hemû ji gihayê tên çêkirin. Di nav her xwarinek me de bêguman giha heye. Erdnîgariya me ji her aliyekî ve pir dewlemend e. Em gava ku vê gihayê dibînin em ji bo ku di demsala zivistanê de jî bi kar bînîn, em li ber tavê hişk dikin û pişt re jî di cihên herî baş de vedişêrîn ku xera nebe. Giha dermanê me ye, ji ber wê jî çiqas ji destên me were divê em ewqas zêde gihayê bixwin.”