'Li dijî zewaca zarokan bisekinin' 2018-04-21 09:07:46   COLEMÊRG - Gulê Polat a di temenê zarokatiyê de hat zewicandin neçar dimîne di 14 saliya xwe de bibe dayik. Gulê diyar dike ku roja zewiciye zarokatiya xwe jî li wir hiştiye û niha li gundê xwe li dijî zewaca bi zarokatî têdikoşe.   Gulê Polat a 50 salî li Gever a Colemêrgê di 13 saliya xwe de  tê zewicandin.  Gulê da zanîn ku li şûna bilîze bi mêrekî ku nas nedikir re zewicandine û niha tenê daxwazek wê heye ku zarokên din di biçûkatiya xwe de neyên zewicandin û got di 14 saliya xwe de zarok aniye dinê.   Gulê çîroka xwe wiha vegot: “Min nizanîbû zewac çi ye. Rojekê bavê min got divê tu biçî vê malê. Min jî fêm nekir û got belkî dayika min jî tê. Rojekê min li derve dilîst. Dayika min gazî min kir. Cilên nû li min kirin.  Piştre çend mêr û jin hatin ber derî. Ez girtim û dam ser hespê. Tevî girî û qêrînên min, ne dê û ne jî bav ez gûhdar kirim. Gotin tu êdî keça wê malê ye.  Jiyan û zarokatiya min wê rojê li wir ma."   ‘Zarokek dan destê zarokekê’   Ez hatim mala mêrê ku ez bi zorê pê re zewicandim. Ez her roj digiriyam.  Ez hîna zarok bûm, zaroka min çêbû. Dema bebek digiriya ez jî digiriyam. Dayika hevjînê min dihat li zarokê dinihêrt. Min sê caran hewl da xwe bikujim. Ez her roj rastî şîdeta zayendî dihatim. Min li dijî vê zêde nikarîbû berxwe bida û min hewl dida ku ez xwe bikujim. Zaroka min a duyem çêbû. Wê demê min fêm kir ku divê ez ji bo zarokên xwe bijîm."   Li dijî zewaca zarokan bisekinin   Tevî van ez li aliyê din rastî şîdeta fîzîkî jî dihatim. Min di nav demê de fêm kir ku divê dest ji têkoşîna jinê bernedim. Ez li gund li dijî zewacên zarokan têdikoşim. Zarokatiya min ji bo pere  ji destên min hat girtin. Bihêlin bila zarok bixwînin, bila jiyana xwe ava bikin.”