Jinên zozanî: Qedexekirina zozanan dibe sedema mirina pez 2018-04-09 09:06:46   Zeynep Durgut -Hîkmet Tunç   WAN - Li herêma Serhedê gel bi xwedîkirina pez debara xwe dike. Ji ber OHAL û qedexeyên hikûmetê zozanên heremê li welatiyan hatine qedexekirin. Welatiyên ku her sal di demsala biharê de pezê xwe dibin zozanan îsal ji ber qedexeyan li taxan pez xwedî dikin.    Bi hatina demsala biharê re li herêma Serhedê  welatî bi xwedîkirina pez debara xwe dikin. Lê ji ber OHAL û qedexeyên hikûmetê  zozanên heremê li welatiyan hatine qedexekirin û xwedîkriina pez êdî zahmet bûye. Welatî ji ber qedexeyên hilûmetê bi derfetên herî kêm  pezê xwe li taxan diçêrîne û xwedî dike.  Li taxa Bostaniçiyê ya girêdayî navçeya Riya Armûşê  jina bi navê Hamaîl Îtak ji ber ku zozan hatine qedexekirin li navenda taxê pezê xwe xwedî diçêrîne. Hamaîlê anî ziman ku bi qedexeyan dixwazin çavkaniya debarê ya heremê ku xwedîkirina pez e ji  holê rakin û got ku ew dixwazin pezê xwe li zozanan biçerînin.    ‘Ji ber qedexeyan em li taxan  pezê xwe diçêrînin’   Hamaîlê bi lêv kir ku ji ber qedexekirina zozanan ew li taxan pezê xwe diçêrînin û wiha axivî; “Em ji  gundê ferxînîsê ne . Ev 20 sal e em ji gundê xwe koçber bûne. Her ku em ji gund derketine em di warê xwedîkirina pez de zahmetiyan dikişînin. Ez niha jî  her roj serê sibehê zû radibim, li taxê digerîm û dema ku qada hêşnahiyê dibînim pezê xwe dibim li wir diçerînim.  Em bi xwedîkirina  pez  debara xwe dikîn. Ji ber qedexeyên li zozanan em êdî nema karin biçin zozanan. Ez li taxê pezê xwe xwedî dikim.Ji ber qedexekirina zozanan ez zahmetiyan dijîn.  Ji her ku demsala biharê hatiye û vir de ez li gel pezê xwe pezê taxê jî diçerînim.  Ez û jintiya xwe bi hev re şivantiya pez  dikîn. Em heyanî êvaran bi hev re hem klaman dibêjîn, hem jî sohbetê dikîn. Car caran jî em bêriya zozanên xwe dikîn. Li zozanên me tiştek tune ye. Çima zozanên me her sal qedexe dikîn. Pezê me tev wisa dê bimre. Heyanî ku derê em ê li taxan pezê xwe biçêrînin.”   ‘Bi qedexeyan dixwazin kaniya debarê bimiçiqînin'   Hamaîlê diyar kir ku ew li zozanan mezin bûye û got ku pez li zozanan tê xwedîkirin û wiha pê de çû;“Erdnîgariya me pir dewlemend e. Em dikarîn ji ava wê heyanî xwezayê ji her tiştekî  wê sûdê bigirîn. Gava ku mirov  hez kir, mirov dikare her tiştekî bike. Lê qedexekirina zozanan nayê qebûlkirin. Di demsala biharê de divê pez biçe zozanan. Li taxan xwedîkirina pez ji bo pez zirar e.  “   ‘Qedexekirina pez dikuje’   Zehra Peyan jî daxuyand ku xwedîkirina pez a li nava taxan gelek zahmet e û got ku qedexekirina zozanan welatiyên herême dixe  xetereyê û wiha got:”Bi salan e  em welatiyên herêma Wanê bi xwedîkirina pez debara xwe dikin. Di van salên dawî de her roj bi daxuyaniyên walî  zozanên me tên qedexekirin. Bi van qedexeyan dixwazin gel birçî bihêlin. qedexekirina zozanan nayê qebûlkirin. Em dixwazîn biçin zozanan bêrîvaniyê û şivaniyê bikîn. Hewaya bajêr mirov dikuje. Divê ev qedexeye rabin û êdî em rûyê xwezayê bibînin. Qedexekirina zozanan dibe sedema mirina pez. Ji ber vê divê bi lez ev qedexeye bên rakirin. Em ne qedexeyan zozanên xwe dixwazîn. ”