'Sedema nexweşiyan xwedîbûna şaş e çareserî jî xweza ye' 2018-04-06 09:18:50   WAN - Manîje Ebrahîmî ku li Îranê 8 salan li ser nebatan perwerde girt diyar kir ku gelek nexweşî ji ber xwedîbûna şaş pêk tên û çarserî jî xweza ye. Manîje pêşniyara ‘Di ciwaniyê de baş li bedena xwe binêrin ji bo ku di kal û pîrbûnê de jî ew jî alîkariyê bide we’ kir.   Manîje Ebrahîmî (48) ya ji Îranê  îdia kir ku ji nebatên cuda yên xweza dide ji bo nexweşiyên weke reglê, travmayên  piştî welîdînê, kîst, pençeşêra memikan, nexweşiyên çerm, obezîte û mîyonan derman tên çêkirin û  dibe şifa.   ‘Jin dişibe xwezayê’   Manîje bi lêv kir ku li Zanîngeha Îbnî Sîna ya li Îranê di qada Başkirina Nebatî de 8 salan perwerde dîtiye û ev  3 sal in jî li Wanê dijî. Manîjeyê diyar kir ku ji ber welîdîn û regilê beden xwe nû dike û got jin dişibin xwezayê û ji ber vê dikare bi gelek nexweşiyan jî bikeve. Manîjeyê destnîşan kir ku yekane rêya serlêdana dermankirinê xweza ye.   Manîje destnîşan kir ku nebat ji bo gelek nexweşiyan bi fêde ye û wiha pê de çû: “Kîstên malzarokê, pençeşêra memikan, werimîna mîdeyê, sanciya regilê ji ber sedemên xwedîbûna şaş û ji ber sermayê pêk tê. Çorek otu û hingivê xwezayî ji bo nexweşiyên ji sermayê çêdibin re baş e.”   Her wiha Manîjeyê anî ziman ku nebata Safran a li Îranê digihêje jî ji bo gelek nexweşiyan baş e û nebatek gelek taybet e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pîvaz antîbiyotîka xwezayî ye.  Di sanciya regilê û îltîhabê de bi bandor e. Di nexweşiya Hepatîtê de jî divê çorek otu jî bê bikaranîn.” Manîje li dijî çaya reş jî hişyar kir û gelek nexweşiyan dihundirîne û sedema pençeşêra memikan jî xwedîbûna şaş e.