Dengbêj Esmîxan bi çîrokên jinan zilma mêr vedibêje 2018-04-06 09:08:54   Zeynep Durgut   WAN - Ji dîrokê heyanî niha ji ber zilma mêr û hişmendiya serdest a baviksalar mafên jinan hatiye binpêkirin. Bi taybetî jî li Kurdîstanê yan jin bi zarokatî hatine zewicandin û yan jî bi darê zorê çûne ser hewiyê û bi awayê berdel hatine zewicandin. Mîna her  zarokeke li Kurdistanê mafê lîstikê yê Dayika Esmîxan jî di zarokatiya wê de ji detê wê tê girtin û di 13 saliya xwe de bi kalekî 50 salî re tê zewicandin.    Di salên 90'î de li gel hişmendiya serdest a baviksalar herî zêde mafên jinan dihate binpêkirin. Bi taybetî jî li Kurdîstanê gelek jin yan bi zarokatî hatine zewicandin an jî bi awayê berdel bi darê zorê hatine zewicandin. Ji van jinên ku zarokatiya wan ji dest wan hatiye girtin yek jê jî dengbêj Esmîxan Şeylan e. Esmîxanê di 13 saliya xwe de bi darê zorê bi mêrekî 50 salî re li ser hewiyê û bi awayê berdel  tê zewicandin.  Ji bo dayika Esmîxan ya ku di temenê xwe yê zarokatî de hat zewicandin tişta herî zehmet veqetandina wê ya ji lîstikê û ji zarokatiya wê bûye. Dayika Esmîxan niha hem dengbêjiyê dike, hem jî jinên ku di klaman de bûne efsane ji derdorê re vedibêje.    'Gava ku daweta min dihat kirin min digot qey lîstik e'   Dayika Esmîxan bi lêv kir gava ku ew di temenê 13 salî de hatiye zewicandin  wê nizanibûye ku zewac çi ye û wiha axivi;"Em li Colemêrgê bûn, gava ku ez hatim zewicandin em koçberî Wanê bûn. Ez wê demê 13 salî bûm. Dayika min jî nû miribû. Lê bavê min sax bû. Brayê min min ji bo zewaca xwe berdel da. Haya min bi tu tiştî tu ne bû. Malbatê biryar dabû. Gava ku hati  min bibin min lîstik dilîst. Hemû zarokan hinekê xwe dikirin û digotin 'Deweta  Eso ye' gava ku min dît hatin ez reviyam û min got qey navê vê listîkê 'Dawet e'.  Piştre, hatin kincên bûkanî li min kirin kêfa min ji ewqas tê min digot listîkeke çiqas xweş e. Dewata min kirin û min birin. Gava ku min birin min li hemberî xwe mirovekî  50 salî dît. Min tiştek fêm nedikir. Ez zarok bûm, lê mêrê min yekî 50 salî bû.  Brayê min evîndar bû, lê ez bûm qurban û min ji wî re kirin berdel."   'Êşên xwe bi stranan vegotin'   Esmîxanê  da zanîn ku di her straneke kurdî de jinên leheng hene û got ku jinên di  zarokatiyê de dihatin zewicandin ji bo xwe stran kirine mertal û wiha berdewam kir;"Piştî demek şûnde êdî ez têgihîştim ku lîstik ji bo min qedexe ye. Mal kirin wargehên me, çêkirina xwarinê û xizmeta mêr jî ma karên me. Her jinek bi xewna listîka raketiye û bi zordestiya mêr şiyar bû ye. Her klameke kurdî serpêhatiyeke jinên kurd e. Ev serpêhatî ne qeder bû lê di dîrokê de wekî qederê hatiye vegotin. Li gundê me  jinek ciwan hebû, ew û xortekî evîndarên hev bûn. Malbat hatin keçikê bixwazin lê nedan. Ji hevdû veqetandin û keçik  dan kalekî. Jina ciwan jî bi hesreta evînê destranan kir û her roj evîna dilê xwe bi sitranan vegot. Di her çûyîna zozanan de dengê wê jinê olan dida."   'Zilma mêr û civaka baviksalar ne qeder e'   Esmîxanê herî dawî da zanîn ku her efsaneyek kurdî bi stranan  hatiye gotin û axaftina xwe wiha bidawî kir;"Her strane xwedî efsaneyeke dîrokî ye. Stran alfebeya hêstên jinên Kurdîstanê ne. Em ewqas dikşînin, lê ewqas zêde jî li ber xwe didîn. Bêgûman di her klamekê de li hemberî hişmendiya baviksalar serhildana jinê heye. Jin ne tenê evîndar bûye. Di heman demê de bi van klaman nexwestiye çîroka zilmê di dîrokê de wenda bibe.  Ez her tim bi strandina xwe ji  cîranên xwe re her tim qala wan jinên lehen, evîndar û bi hêz dikim. Zilma mêr û civaka baviksalar ne qeder e, ji bo wê jî divê mirov teşîr bike."