Li bajarê Konteynirê 150 malbat li bende piştevaniyê ne 2018-03-09 09:09:25       WAN - Welatiyên ji ber şer ji axa xwe bûn û li bajarê Konteynirê ya taxa Seyrantepe ya Wanê dijîn, jiyana wan her ku diçe zehmetir dibe. Li bajarê Konteynirê ku nêzî 150 malbat lê dijîn, banga piştevaniyê hat kirin.   Li bajarê Konteynirê ya taxa Seyrantepe ya Wanê nêzî 150 malbat dijîn û jiyana wan her diçe zehmet dibe. Li ber bajarê Konteynirê têl hatiye kişandin û welatî xwe wek cudakirî dibînin. Di bajarê Konteynirê de welatiyên ji gundê xwe koçber bûne, ji şer revyane dimînin. Yên herî zêde zehmetiyan dikşînin jî jin û zarok in. Ji bo zarokan qada lîstikê tune û  du tenûrên jinan danîne hene lê ji ber sotemenî tune, nayên bikaranîn.   ‘Em ji gund hatin derxistin’   Zeytun Çetîn a 26 salî bi malbata xwe re ji gund koçî Wanê kirine û diyar kir ku hevjînê wê karên rojane dike û ji ber vê nikarin debara xwe bikin û got: “Em ji ber nikarin kirê bidin hatin konteyniran. Ev 6 sal in em li vir dijîn. Carna bi rojan ceyran tune. Em zarokan dikin bin betaniyan. Em zivistanê zehmetiyên mezin dikşînin. Av kêm e. Em ji gundê me derxistin û neçar in di van şertan de bijîn.”   ‘Perê emelyeta keça min tuneye’   Gul Kaval a 36 salî diyar kir ku ji ber pirsgirêkên aborî bi hevjîn û zarokên xwe re ji Colemêrgê hatine Wanê û wiha pê de çû: “Di erdhêjê de xaniyê me hilweşiya. Zarokên min nexweş in. Em nikarin perê emelyeta keça xwe kom bikin. Hevjînê min çi karî bibîne dixebite. Hemû zarokên min nexweş in. Li vir jiyana me zehmetir dibe. Ez dixwazim zarokên min di xaniyekî baş de bijîn. Em bi giştî ji jiyanê qut bûn. Em dibêjin qey em mirovên cuda ne.”   ‘Agahiya kesî ji me tuneye’   Nesîbe Aslan a 58 salî jî bi lêv kir ku ew bi zor ji gundê wan hatine derxistin û hesreta ji bo gundê xwe vegot: “Em nikarîbûn vegerin gundê xwe. Me îro nan pijirand. Lê êzing tunebû. Kesekî nas hebû. Dema em nan dipijirînin jê re dibêjin têrî nanê me êzingan dide. Zivistan zehmet e. Ceyran diçin em ji serma nexweş dikevin. Bila demildest pirsgirêkên me bên çareserkirin.”