Di dilê Kumriyeyê de hesret, di lorîna wê de hezar çîrok hene 2018-03-02 09:22:59       Fîlîz Zeyrek    EDENE - Kumriyeyê ya ku bi salan hatiye koçberkirin, tîne ziman ku ji ber tiştên dîtiye û bihîstiye, yên di ber deriyê wê re derbas dibin, gûh didinê. Dengê wê bi lorînên wê bilind dibe. Tiştên hatine jiyîn di klamên xwe de vedibêjin.    Jin vebêja dîrokê ye. Ji rûyê xwe, di qermiçînên eniya xwe, ji nêrînên xwe tiştên hatine jiyîn vedibêje. Xwe, axa xwe, keç, kur û evînên xwe vegotiye. Ger hûn ji taxa Kumriyeyê derbas bibin teqez we çend hevokên Kurdî bihîstine. Tiştên jiyane ji kurahî vedibêje. Yên li ber derê wê derbas dibin, gûh didinê. Ji bo hezkiriyên azadiyê lorînan dibêje. Kumriye Oztaş 65 salî ye û di salên 1980’ê de ji ber polîtîkayên şer ji Sêrtê koçî Dîlokê dike. Li vir jî ji ber Hîzbullahê koçî Edeneyê dike. Kumriyeyê li taxa Kuçuk Kirim a Ceyhan a Edeneyê ev 30 sal in dijî. Kumriyê ji bo jiyana xwe bidomîne karkeriya çandiniyê dike. Kumriye niha ji ber temenê wê pêşde çûye naçe ser zeviyan û li ber deriyê xwe fistikan paqij dike.    ‘Kurd neqediyane wê neqedin’   Kumriyeyê wiha vedibêje: “Em ji ber zilma dewletê hatin vir. Me axa xwe hişt û em hatin. Me rojên zehmet jiyan. Li vî welatî jiyanê ji me re pir dibînin. Bi sedan ciwanên Kurd ketin bin axê. Lê Kurd naqedin û wê neqedin.”    ‘Tîliyên min diêşin’    Kumriyeyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Em li warê xwe kêfxweş bûn. Li vê derê çi bidin me mirov qebûl dikin. Ez niha nikarim biçim ser zeviyan. Ez fistikan paqij dikim. Ez çewalekî 4 rojan de paqij dikim. Qezenca min jî di navbera 50-70’ê TL’yî de ye. Kar zehmet e tiliyên min diêşin.”    Kumriyeyê li aliyekî têkoşîna jiyanê da û li aliyê din jî têkoşîna jinê da û got ger îro jin xwedî gotin be ev bi saya perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û got: “Li derdora me şîdeta li ser jinê zêde ye. Ne nav û ne gotina jinê hebû. Bê nirx dihat dîtin. Em jî wisa bûn. Lê kêm be jî em bi saya Abdullah Ocalan hatin vê astê. Hinek jin bê destûr nikarin derkevin derve jî. Ji me re dibêjin ‘hûn çawa wisa rehet tev digerin.’ Em jî dibêjin ‘îdeolojiya rêberê me Abdullah Ocalan bizanin hûn ê jî azad bibin.”    Ji zimanê Kumriyeyê klamek din jî diherike.