Gulcana wesayîtan tamîr dike: Min feraseta ‘jin nikare tamîratê bike’ şikand 2018-02-28 09:13:37   Gulîstan Azak    MELETÎ - Gulcan Coşkun a ji zarokatiya xwe de eleqeya wê li dijî wesayîtan hebû, bû tamîrvana herî ciwan a bajêr a jin. Gulcan tevî nêrînan feraseta ‘jin nikare tamîrê bike’ şikand.    Gulcan Coşkun a 19 salî ku li sîteya sanayiyê ya Meletiyê li cem tamîrvanê 42 sal in vî karî dike dest bi xebatê kir û niha wek hoste dixebite. Kesên tên dukana tamîrê matmayî dimînin. Gulcanê bi lêv kir ku ew her tim bi van nêrînan re rû bi rû maye û got nêzîkatiyên erênî wê kêfxweş dikin û got: “Min ferast şikandin.”    ‘Mereqa min bû sedem ku ez vî karî bikim’    Gulcanê destnîşan kir ku ji zarokatiya xwe ev kar meraq kiriye û wiha pê de çû: “Di zarokatiyê de min pêlîstok tamîr dikir. Niha ez li cihekî mezin wek hoste dixebitim. Ev min pir kêfxweş dike. Ez îro hatime vê nokteyê. Ez bûm hoste.”    Gulcanê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku dema dest bi kar kiriye, xwe biyanî hîs nekiriye û hema hînî kar bûye û got ew gelek ji pîşeya xwe hez dike û bi hezkirin karê xwe dike.