Ne veguhestina bajarvaniyê veguhestina rantê ye! 2018-02-19 09:31:15   Melîke Aydin    ÎZMÎR - Seroka Şaxa Odeya Plansaziya Bajêr a Îzmîrê Ozlem Şenyol diyar kir ku gel di navbera qanûnê veguhestina bajarvaniyê de teng bûye û diyar kir ku projeyên veguhestina bajarvaniyê ne li gorî hewcedariyên gel, ji rantê re xizmetê dike.    Li seranserê Tirkiyeyê yek ji bajarên ku herî zêde koçberî lê hatiye kirin Îzmîr e û bi qanûnên veguhestina bajarvaniyê re welatî tên mexdurkirin. Seroka Şaxa Odeya Plansaziya Bajar a Îzmîrê Ozlem Şenyol diyar kir ku pirsgirêkên bi veguhestina bajarvaniyê re derketine holê wê hîna 50 salên din jî çareser nebe. Ozlemê got 540 hektar erdê di qada taxên Uzundere, Cennetçeşme û Lîmontepe yên şaredariya Karabaglarê de ne wek qada veguhestina bajarvaniyê hatiye îlankirin.   ‘Gel nayê agahdarkirin’    Ozlemê bi lêv kir ku projeyên veguhestina bajarvaniyê ji hilberandina jiyaneke bi tendurist dûr e û got plansaziya bajêr bi yek qanûnekê nikare bê kirin û got li herêma Karabaglarê 540 hektar qad wek qada bi rîsk hatiye îlankirin lê di 2012’an de ji bo avahî lê bên çêkirin biryar hatiye dayîn. Ozlemê daxuyakirin ku gel nizane wê qanûn ji wan re çi bînin û nayên agahdarkirin.    ‘Qanûn hewcedariyan pêk naynin’    Ozlemê di berdewamiyê de daxuyakirin ku ji salên 1960’î şûnde bajar gelek koç girtiye û di encama ku hewcedariya starbûna gel nayê girtin de gel bi hewldanên xwe li cihên ji îmarê re vekirî xanî çêkirin. Ozlemê anî ziman ku qanûn hewcedariyên gel pêk naynin.    ‘Derbarê rantê de guherîn tê kirin’    Ozlemê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku TMMOB’ê derbarê mijarê de gelek rapor weşandine û ji ber vê jî divê ji bo fêdeya gel rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî tevlî pêvajoyê bibin û got: “Divê qadên bi rîst di bin kontrolê de bên derbaskirin. Lêkolînên li van qadan hatine kirin bi raporan re dikeve nakokiyê. Dema raporên zemîna tenduristiyê tên lêkolînkirin cihên ji îmarê re vebûne ji rantê re xizmetê dikin.”