Şaredariya Meletiyê tehemulê kulîlkên Reyhanê nekir 2017-10-24 09:08:19 Gulîstan Azak MELETÎ - Reyhan Gun a li Meletiyê dijî, dukanek vekir û her cureyê kulîlkan lê xwedî kir.  Lê gulîlkên Reyhanê şaredarî nerehet kir. Reyhanê diyar kir ku ji ber li ber dukana xwe kulîlk gîhandiye, şaredariyê cezayê pere lê biriye û niha li dijî vê têdikoşe.   Reyhan Gun ya ji Agiriyê û bi salan e li Meletiyê dijî, piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest da ji bo debara xwe bike dukanek biçûk vekir.  Reyhanê dukana xwe bi kulîlk û pirtûkan tije kir û ji xwe re qadek jiyanê ava kir.  Reyhanê ber dukana xwe tije kulîlk kir û çûk jî xwedî kirin. Lê Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê li dijî vê nerehet bû.    ‘Li ber dukanê kulîlk qedexene’   Reyhanê diyar kir ku şaredariyê gotiye tu qadê teng dikî û wiha pê de çû: “Gelo çima ji van kulîlkên nerehet dibin? Ez fêm nakim çi zirara wan heye. Tê gotin ku qadê teng dikin. Lê ez peyarêya ku kes tê re derbas nabe bi kulîlkan dixemilînim. Gelo xeml ji kengî de bûye sûc. Dixwazin kulîlkên ber dukana min rabikin û cihê parqa wesayitan vebikin.    ‘Ez jiyanek bêyî pirtûk nafikirim’   Reyhan a ku dukana xwe jî bi sedan pirtûkî tije kiriye, ji bo muşteriyên xwe pirtûkan pêşniyar dike. Reyhan a di dukana xwe de pirtûkên, dîrok, felsefe, huner, wêje, hiqûq û aboriyê  bi cih kirine wiha got: “Ji bo min xwendina pirtûkê kêxweşiyek mezine. Ez her dema xwe bi pirtûkan derbas dikim. Aramiyê dide min.  Heta ku kes bi hêvî li pirtûk û kulîlkan binêrin ez ê têbikoşim.”