Asê ya 20 sal şûnde vegeriya gundê xwe: Ez êdî gundê xwe bernadim 2017-10-24 09:05:44 Medîne Mamedoglu MÊRDÎN - Gundê Belav ê Stewra Mêrdînê di sala 1990’î de ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin. Jina bi navê Ase Alokman ya wê demê neçar ma koç bike, piştî salan şûnde hat gundê xwe û xaniyê xwe ji nû ve çêkir. Ase wih got: “Piştî 20 salan şûnde  bîranîn, baxçe, çiyayên min li ber çavê min zindî dibin. Ez êdî li gel hemû pêkanînan dest ji gundê xwe bernadim.”   Ase Alokman ya 80 salî di salên 90’î de ji gundê Belavê yê Stewra Mêrdînê ji neçarî koç kir.  Ase piştî 20 salan şûnde vegeriya gundê xwe û xaniyê xwe ji nû ve çêkir. Ase diyar dike ku niha çi bibe bila bibe wê dest ji gundê xwe bernede.   ‘Bi tehdîd û îşkenceyê em hatin derxistin’   Ase balkişand ser zextên wan rojan û got piştî ew ji gundê xwe hatiye derxistin hêrsek mezin bi wê re çêbûye û wiha berdewam kir: “Leşkeran wê demê 10 rojan gund terk nekirin.  Gundiyan got em dernakevin. Li ser vê gund dan ber agir. Me roja ewil mudaxaleyî şewatê kir. Lê roja duyem gund dorpêç kirin.  Ketin hemû malan û pace şikandin. Her tişt şikandin serobino kirin. Me dît ku nabe û em neçar man ji gund derkevin.”   ‘Em 20 salan ji gundê xwe dur man’   Ase bi lêv kir ku gundê wan di 5 deqeyan de hatiye şewitandin û wiha pê de çû: “Her kesî bi rondikên çavan şewat temaşe kir.  Hevjînê min ji ber vê du sal şûnde jiyana xwe ji dest da. Hevjînê min ji bo dîsa vegere zêde li berxwe da. Rex û baxçeyên me hebûn. Êşa wan ji bîr nekir. Wesyetek wî hebû. Digot ‘min li gundê min defin bikin’. Me jî anî li vir defin kir. 5 deqe şûnde polîsan dora me girt.  Em hema ji gund derketin. 20 salan em ji gundê xwe dur man.Em geh li Amedê ge li Êlihê jiyan.”   Aseyê daxuyakirin ku 20 şûnde zarokên wê xwestine bên gund û got: “Em di 2014’an de hatin vir. Me xaniyê xwe ji nûve çêkir.  Vê carê çi be jî em dernakevin. Ez gundê xwe ji wan re nahêlim.”