Li Kurdistanê amadekariya jinan a zivistanê: hem ekolojîk û hem jî ekonomîk e 2017-10-16 09:11:37 Şehrîban Aslan RIHA - Li Kurdistanê jinan ji zûde dest bi amadekariya zivistanê kirine û jina bi navê Saniye Bayram jî diyar kir ku amadekariyên zivistanê hem ekolojîkin û hem jî ekonomîk in.   Li Kurdistanê ji meha ewil ya havînê de dest bi amadekariyên zivistanê tê kirin. Jin sebzeyên xwe yên ji baxçeyên xwe an jî ji bazaran dikirin û dest bi amadekariyan dikin. Yek ji jinên ku amadekariyan dikin Saniye Bayram e. Saniyeyê jî ev demek dirêje dest bi amadekariyan kiriye.   Saniye ya ku demek dirêj e dest bi amadekariyan kiriye diyar kir ku hema hema ji hemû sebzeyan hişk kiriye û bi vî awayî jî zivistanê zehmetiya xwarinê najîn. Saniyeyê wiha berdewam kir: “Balîcan, firingî, îsot, bamya, tarhana, kundir û acûr tên hişkirin. Ev pir zêde tên xwarin.  Hişkirina kundir û balcanan li gorî yên din zehmetir e ji ber ku em hundirê wan derdixin. Ligel vê em payîzê jî bastik û dimsê jî çêdikin.”   'Ya herî zehmet tarhana ye'   Saniyeyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em herî zêde di çêkirina tarhanayê de zehmetiyan dikişînin. Em ji bo tarhanayê firingiyan dişon, hur dikin.  Piştre pîvaz, sîr, bexdanûz, nane, îsota sor, penîrê bizinê, îsota hur dikin nav mast. Piştre em ard dikinê. Sê çar rojan wisa dimîne. Piştre em hişk dikin û hur dikin. amadekariya me em ekolojîk û hem jî bi ekonomîk in.”