Hasîna ji bo dara xwe berxwe dide 2017-10-05 09:03:00   AMED - Hasîna Çetînkaya ya li taxa Alîpaşayê dijî û dara wê ya tûyê ya 80 salî di bin siya hilweşînê de têkoşîna jiyanê didin. Hasînayê diyar kir ku nobedara bê ziman ‘dara wê ya tûyê’ êdî bûye hevala malbata wê û got wê desturê nedin birîna wê.   Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê hilweşîn didome. Li Alîpaşayê hilweşîn ji sedî 85 temam bûye û Sûr pêngav bi pêngav  bêtişt tê hiştin. Yek ji welatiyên ku li Sûrê mexdûr bûye Hasîna Çetînkaya ye.  Hasîna û dara  tûyê ya di hewşa wê de ye li dijî hilweşînê têdikoşin.   ‘Ez destûr nadim hilweşînê’   Hasînayê bi lêv kir ku dara wê şahidiya salên wê yên zarokatî, ciwanî û pîrbûna wê kiriye û wiha got: “Dara me ji bo malbata me gelek girîng e. Hilweşîna ku li Sûrê didome bandorek mezin li ser jiyana me dike. Havînan zarokên min di bin siya dara me de radizên. Ev du sal in hemû bîranînên li Sûrê paqij kirin. Berê gotin pevçûn heye û şewitandin. Pişt re dor hat me. Hewl didin me hînî vê yekê bikin. Mirov çawa dikarin hînî tunekirina paşeroja xwe bibin. Ez desturê nadim talankirina mala xwe, paşeroj û dara xwe.”   ‘Vê darê şahidî ji dîrokê re kiriye’   Hasîneyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku dara wê ‘nobedara bi ziman a 40 salî ya mala wê ye û ev tişt daxuyand: “Ez ê li dijî birîna dara xwe temaşevan nemînim. Dema me ji mala me derxin wê dara me jî hilweşînin. Ev 40 sal in em di bin siya dara xwe de rudiniştin. Vê darê ji dîroka Sûrê re şahidî kiriye.”   Hasînayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku der barê çanda wan de çi heye tune dikin û got ew ê tucar destûrê nedin vê hilweşînê.