Li hemberî sarmaya Serhedê xwarina ‘Rişde’ 2017-09-30 09:09:25   MÛŞ - Li navçeya Melazgirtê bi keda destê jinan di demsala zivistanê de gel bi rişdeyê zivistanê pêşwazî dike. Jinan diyar kirin ku ew her sal zivistanê mîna cejnê pêşwazî dikin û gotin ku amadekariyên zivistanê alternatîfên li hemberî sermaye ne.    Bi hatina payîzê re  jinên navçeya  Melazgirtê  dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Mîna her sal îsal jî jin bi xebateke hevpar amadekariyan dikin. Her sal  bi taybetî li Serhedê xwarina bi navê  rişde bi kedeke mezin tê amadekirin û di demsala zivistanê de di nav xwarinên wekî şorbe û xwarinên herî bi tam de tê bikaranîn. Ji her ku em ketine demsala payizê û vir de jin her serê sibehê zû radibin û dest bi çêkirina rişde dikin. Jinan diyar kirin ku ew li taxê xebateke hevpar didin meşandin û gotin ku çêkirina rişde pir kêfxweşiyê dide wan.   ‘Amadekariya rişde bi derketina tîrêjên rojê re dest pê dike’   Jina bi navê Ayşe Umurdag anî ziman ku payizê ji tavê sûdê digirin,  bi xebateke hevpar amadekariyê dikin û wiha axivi; "Em her sere sibehê zû radibin. Em destpêkê hevîr çêdikin. Ji bo ku rişde ziwa bibe divê em zû rakevîn û bêyî ku roj rûyê xwe nîşanî me bide em rabin û rişde amade bikîn. Em malbat û cîran bi hev re amade dikin. Çêkirina wê hem zehmete hem jî kêfxweşiyeke cûda dide me. Heya ku rişde ziwa dibe em li bendê dimînin. Rişde li her deveran tê çêkirin. Lê bi pîranî jî cihên ku kurd lê dijîn tê çêkirin. Ji ber ku zêdetir kurd çêdikin. Di zivistanê de em mêvanên xwe bi Rişdê pêşwazî dikin xwarinên herî xweş û yên bi tam bi rişde tên çêkirin. Em bi çêkirina wê pir kêfxweş dibin. Her jinek tiştekî dike. Wextê me yê sohbetkirinê jî pêre çêdibe. Em li gel çêkirina rişdê di navbera xwe de pêvajoyê jî dinirxînîn. Her xebateke me hevpar e."   ‘Her sal em zivistanê mîna cejnan pêşwazî dikin’   Jina bi navê Gulê Erdogan jî bi lêv kir ku ew zivistane xwe bi xwarina rişde re derbas dikin û  got ku alternatîfa zivistanê dibe xwarina rişde û wiha berdewam kir; "Bi hatina payizê re em ji her zebze, fêkî û hevîr xwarinên zivistanê amade dikin. Her xwarinekê me ya zivistanê jî xwezayî ye. Em hemû zivistana xwe bi rişde derbas dikin. Em destpêkê hevîr dikin pişt re hevîrê xwe di makîneyê re derbas dikin û tînin li ser werîsan daliqînin û bi wî awayî zuha dikin. Gava em rişde çêdikin ji bo ku dema me xweş derbas bibe em klaman jî dibêjin. Em her sal amadekariyên zivistanê mîna cejnê pêşwazî dikin. Ev yek jî kelecaneke cûda dide me.”