Li Gundê Pîrsolan jiyaneke hevpar heye 2017-09-25 12:10:31   Zeynep Turgut   WAN-Li gundê Pîrsolanê gundî bi jiyaneke hevpar û xwezayî jiyana xwe didin meşandin. Gundiyên ku bi hev re kêfxweşî û xemgîniya xwe dijîn di heman demê de jiyaneke wan a hevpar û komunal heye.  Ji jinên li gund Zahîde  diyar kir ku jiyana gund gelek xweş e û got ku pêwîste ji bajaran  zêdetir gund  bên tercîhkirin.    Gundiyên li gundê Pîrsolanê yê navçeya Begiriyê ya Wanê li dijî  pergala kapîtalîzmê li  ber xwe didin û xaka xwe terik nakin. Li vî gundî kêfxweşî jî xemgînî jî bi hev re tê jiyîn. Her xebatek bi hev re  bi awayê komunal tê meşandin.  Dayika bi navê Zahîde Kuşak  bi  xwedîkirina sewalan debara xwe dike û dibêje ku jiyana gund watedar e.    'Em kêfxweşî û xwemgîniyê bi hev re dijîn'   Dayika Zahîde anî ziman ku ew ji jiyana gund pir hez dike, got ku jiyana gund mirovan ciwan dihêle û wiha axivi;"Ez her roj  serê sibehê zû radibim.  Ji ber ku li gund jiyan zû destpê dike. Em bi tîrêjên rojê re  dest bi jiyanê û xebatê dikin. Em serê sibehê seat di 7'an de taştê amade dikîn. Piştî ku em taştêya xwe dixwin em dest bi xebata xwe ya  rojane dikin. Giyanê me her tim zindî ye. Mirov li gund kal nabe. Bayê gund û xwezaya wî mirov ciwan dihêle. Jiyana gund ji bo tendûrîstiya mirov jî pir başe.  Li gundê me herkes mîna xwîşk û bra ye. Li gund  hayê her kesî ji yê din heye. Ji yana gund mîna jiyana bajaran  nîne.  Sebra min  li bajaran nayê. Kêfa min ji jiyana bajaran re nayê. Ez tu car  xaka xwe û gelê xwe terik nakim. Li gund mirov bi her awayî kêfxweş e."   'Li gund em jiyaneke hevpar dimeşînîn'   Dayika Zahîde bi lêv kir ku ew tu car xaka xwe terik nake û got ku divê jiyana gundan zêdetir bê pijirandin û wiha berdewam kir;"Piştî ku ez ji dayik bûm, heya niha ez li gund jiyame. Ez ji ciwaneke ku li bajar jiyan dike zindîtir û ciwantir xuya dikim. Ji ber ku em her tim bi xwezayê re rû bi rû ne. Lîv û tevgerên me li gel rojê dest pê dike.  Jiyana gund germahiyek pir cûda dide min. Li vir dewatên me çêdibin a kê be em jin hemû bi he vre kiras û fîstanên xwe yên neteweyî li xwe dikîn û diçin dewatê. Dîsa li gund gava ku kesek jiyana xwe ji dest dide em gundî tev di navbera xwe de pere kom dikîn û lêçûnan (Masraf) em didîn. Li gundan mirova xwedî li hev derdikeve. Zarokên min li bajêr dijîn ez çend caran çûm lê sebra min nayê ez ji bajaran hez nakim. "   'Li bajaran jiyan mirî ye'   Zahîde bal kişand ser jiyana bajaran û got ku jiyana bajaran mirovan dikuje û wiha pê de çû;"Jiyana me xwezayî ye. Li bajaran ne wisa ye. Gava ku dibe zivistan bajar di bin dûmana komirê de winda dibin. Ev jî li ser tendûristiya mirovan bandorek mezin dike. Lê li gundan ne wisa ye. Her tiştekî me xwezayî ye.Li bajaran jiyan mirî ye. Bi taybetî nexweşiyên herî mezin li bajaran belav dibin. Çareseriya van nexweşiyan jî tune ye.Divê ku  jiyana gund ji bo me xweştir û girîngtir bê."