Rojnamegerên nûçeyên serhildanê çêkirin hatin xelatkirin 2023-02-16 16:21:55     NAVENDA NÛÇEYAN - Federasyona Rojnamegerên Kanadayî ya ji bo Azadiya Xweîfadekirinê (CJFE) ‘Xelata Azadiya Çapemeniyê’ da rojnamegerên Îranê yên girtî Nîlofar Hamedî û Elaha Mohammadî.   Federasyona Rojnamegerên Kanadayî ya ji bo Azadiya Xweîfadekirinê (CJFE) her sal ‘Xelata Azadiya Çapemeniyê’ dide. CJFE’yê diyarkir ku xelata îsal da rojnamegerên Îranî Nîlofar Hamedî û Elaha Mohammedî ku li Îranê girtî ne.   Seroka CJFE’yê Carol Off di torena xelatê de axivî û wiha got: “CFJE, Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Navneteweyî dide Nîlofar Hamedî û Elaha Mohammadî ku ji bo îfşakirina tundiya rejîma Îranê ya li ser jinan, azadî û jiyana xwe xistin xetereyê. Heke cesareta van rojnamegeran nebûya, dê haya me ji rastiya qetilkirina Jîna Emînî çênebûya.”