Li ser deşta Mezopotamyayê baxê veşartî: Geliyê Xursê 2022-05-29 09:30:42   Medya Uren    MÊRDÎN - Geliyê Xursê ku ji 12 gundan pêk tê, bi bax û baxçeyên xwe, bi sîpela xwe û xaniyên xwe yên dîrokî re her sal gelek geştiyaran dikşîne gel xwe.    Mêrdîn bajarekî wiha ye ku gelek şaristaniyan li ser dest pê kirine û bi dawî bûne. Ruxmê êrîş, gef û koçberkirina dewleta tirk a li ser daye maşandinê jî cudahiyên xwe yên çand, ziman û xwezayî parastiye. Her navçeya wê, kolanên wê bi bêhna dîrokê û pirrengî ya xwe re, xwe têr dike. Yek ji bajarên ku herî zêde geştiyaran dikşîne ye. Ger we ji bo geştê serdana Mêrdînê kir pêwîst e hûn gelîyê Xursê jî ji bîr nekin. Di navbera landika şaristaniyetê de, li deşta mezopotamyayê buhiştek veşartî ye.    Cihê geştiyaran e   Geliyê Xursê bi ser qezeya Qosera Mêrdînê ve ye, ji 12 gundan pêk tê û bi qasî 6 km yan dirêjahîya xwe heye. Li ser deşta mezopotamyayê geliyê Xursê weke buhiştek veşartî cih digire. Bi bilindahî, çem, xweza ango çêkerên xwe yên dîrokî ve balê dikşîne. Xaniyên wê, dêr û mizgeftên wê yên dîrokî hene. Her sal gelek geştiyarên biyanî û niştecihên vê derê tên vê buhuştê.    Debara xwe bi tûtina bi nav û deng e dikin   Niştecîhên geliyê Xursê ji ber xwezaya xwe debara xwe zêdetir bi çandinî, ajalvanî û masîvaniyê dikin. Li vir tûtina bi nav û deng e bi destê jinan tê çandin û şînkirin. Ya ku herî zêde balê dikşîne jî çêkera baxçeyên wê ne. Her wiha li ser tesîsên bêhnvedanê masî tên mezinkirin û tên firotin.    Xwezayê qirêj nekin!    Geliyê bi xwezaya xwe bi nav û deng e hêdî hêdî di nava gilêşa geştiyaran de wenda dibe. Çemê ku gelek zindî pê têr dibin di nava qirêjiyê de tê hiştin. Yên ku tên zêdahiyên xwe li derdorê dihêlin. Niştecihên vir jî ji bo çareseriyê tabelayên li ser "Ji aliyê şandeya Xursê ve biryar hatiye girtin ku kes agir pênexe, melevaniyê neke". Li ser çem jî ji bo derdor neyê qirêj kirin tabela hatine danîn.