Şênkayiya li çiyayên Colemêrgê li ser tezgahan cihê xwe girt 2022-05-04 09:01:24     Rabia Onver   COLEMÊRG - Şênkayiya li çiyayê Geverê ya cur be cur li ser tezgahan cihê xwe girt.   Şênkayiya ku li çiyayên navçeya Geverê ya Colemêrgê şîn tê li ser tezgahan cihê xwe girt. Welatiyên Geverê hîngedan, kereng, çiriş, rêvas, mendê, siyabo, alo û çorinê kom dikin. Şênkayiya ku tê komkirin li ser tezgahan tê firotin. Şênkayî li gor sala borî buha bûye. Sala borî kîlo bi 5-6 TL bû lê belê îsal bi 10-12 TL'yî ye.    Şênkayiya li navçeyê wiha tê bikaranîn:   Kereng: Şîva kerengan jî çêdibe û xavî jî dikare bê xwarin. Kereng dikare bê kelandin û di sarincê de bê hilatin da ku zivistanê jî bê xwarin. Her wiha zilopiya kerengan jî dikare bê çêkirin. Ji bo tendirustiyê jî baş e.    Mendê: Ji bo penîr tê bikaranîn û bi tena serê xwe jî dikare bê xwarin. Dikare bi hêk û rûn jî bê çêkirin û bê xwarin. Di heman demê de tameke xweş dide caciqê jî.    Siyabo: Siyabo di nava rûn û hêkan de jî tê çêkirin. Ji bo çorbeya dohinê jî tê bikaranîn û welatî dixin nava penîr jî.    Çorin: Welatî çorinê dixin nava sawar û birincê jî. Her wiha di nava xwarina Keledoşê ya li Wan û Colemêrgê navdar e jî tê bikaranîn.      Sîr: Ev bêtir dikeve nava penîrê bi giya.    Çiriş: Çiriş bêtir havînê tê komkirin û zivistanî tê bikaranîn. Bêtir di nava sawarê de tê bikaranîn.    Hîngedan: Ji bo nexweşiyên şekir, dil û tansiyon baş e.    Rêvas: Rojane tê bikaranîn. Tirş e. Ji aliyê hinekan ve tirşiya wê jî tê çêkirin.