Ayşeya ku bi salan kulîlkan xwedî dike xeyala wê vekirina serayekê ye 2022-05-02 09:02:25     Sema Çaglak   SEMSÛR - Ayşe Arslan a ku li Semsûrê bi salan e ji bo gîhandin kulîlkan kedê dide û wan digihîne xeyala wê ew e ku ji bo kulîlkên xwe serayekê veke.     Jin hertim bi keda didin û bi hilberînda dikin girêndana xwe ya bi xwezayê re nîşan didin. Yek ji van jinan jî  Ayşe Arslan a li Semsûrê ye ku bi gîhandina kulkan re girêdana xwe ya bi xwezayê re nîşan dide û bîhna xwezayê tîne hewşa xwe.  Ayşe bi rêya zewacê ji Nizîpê hatiye li Semsûrê bi cih bûye û 41 sal in wexta xwe bi gîhandina kulîlkan dema xwe derbas kiriye.  Ayşe bi vê helweta xwe dixwaze ji xwezayê sûdê bigire.    ‘Bala min a li ser kulîlkan ji dayika min tê’   Ayşe di destpêka axaftina xwe de bahsa hezkirina xwe ya li hemeber kulîlkan dike û dibêje: “Ji bo min tu ferqa kulîkan û zarokên min ji hev tune ye. Çawa ku ji zarokên xwe hez dikim, ji kulîlkên xwe jî wisa hez dikim. Bi salan e li hewş û baxçeyên min reng û bêhna kulîlkan heye. Tu carî ez bêyî kulîlkan nema me. Hewil didim ku hemû cûreyên kulîlkan xwedî bikim. Di her demsalê de kulîlkên cûrbecûr diçînim.  Hezkirina min a ji kulîlkan ji min re ji dayika min mîras maye.  Ev ji bo min wekî kevneşopiyekê ye.”   ‘Rewşa hewayê bandor li kulîlkên min kir’   Ayşe, diyar kir ku ji ber hişkesaliyê kulîlkên wê jî neyînî bi bandor bûne û got ku gelek kulîlkên wê ji ber hişksaliyê hişk bûne. Ayşe di berewamiyê de wiha got: “Îsal ji ber bêhevsengiya hewayê û demsalê kulîlkên min wekî min dixwestin nebûn. Îsal berf gelek zêde bariya ji ber wê kulîlkên min jî di wextê xwe venebûn û gelek ji wan ji ber sermaya zêde hişk bûn. Ji ber vê ez niha wan ji nû de diçînim ku şîn bên. Bi kulîlkên xwe re diaxivim. Piştî ku karên xwe yê malê diqedînim têm li ber kulîlkên xwe patîkan çêdikim an jî qehwe û çay vedixwim û bi wan re diaxivim."   ‘Dixwazim hemû kes mala xwe bi kulîlkan bixemilîne’   Ayşe, anî ziman ku xwedî kirina kulîlkan kedekê pir mezin dixwaze lê keda ji bo wan di heman demê de mirov kêfxweş dike. Ayşe, got: “Kî ji min kulîlkan  dixwaze ez  bi wan re jî  parve dikim. Dixwazim hemû kes mala xwe bi kulîlkan bixemilîne. Ez wextên rojê dişopînim. Gava ku tav tê ser wan ez wan nêzî rojê dikim. Em li vir ligel kulîlkan rûdinin bêhna meriv derdikeve. Keda ji bo kulîlkan di xwezayê jinê de heye. Sebra jinan bi kulîlkan tê.”   ‘Xeyala min vekirina serayekê ye’   Ayşe, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku daxwaza wê ya herî mezin vekirina serayekê ye û wiha got: “Gelek kulîlkên min ên xweşîk hene ku ez hemû taybetmedniya wan dizanim. Heke serayek min an jî qadekê ku ez wan kulîlkan lê bi cîh bikim hebûya xeyala min pêk dihat. Di mal û hewşê de mixabin şert û mercên min ên ji bo serayek nîn e û dixwazim ji bo kulîlkên xwe serayekê vekim.”