'Li şûna ku ji bazarê bistînin ji çolê kom dikin' 2022-04-23 09:04:38   Medya Uren    AMED - Emîne Al û Sona Demîr, ji bo komkirina pincar berê xwe dan gundê Hewarê û gotin: "Pincarên ku em kom dikin bifeydeye û li bazaran jî tên firotin. Lê ji ber buhabûnê em li şûna ku ji bazarê bistînin ji çolê kom dikin."    Bi hatina biharê re xweza bi şînahî û kulîlkan dixemilîne. Bi vê rewşê re êdî kes naxweze li hindûr rûnê û berê xwe didin derve. Jinên li Rêzana Amedê dijîn ji bo xwe jî 4 dîwaran rizgar dikin û diçin gundên derdora Amedê û pincarên curbicur kom dikin. Bi taybetî jî berê xwe didin gundê Hewara Rêzana Amedê. Emîne Al û Sona Demîr, her du jin jî li Rêzana Amedê dijîn. Emîne û Sona ji ajansa me re hem behsa komkirina pincar û hem jî behsa qeyrana aboriyê kirin.   'Pincarên li çolê bifeyde ye'   Emîne jî wekî jinên din dema bihar tê êdî naxweze li hindûr bimîne. Emîne da zanîn ku bi biharê re gelek cureyên pincar şîndibin û got: "Ji bo komkirina wan pincaran em diçin çolê an jî deverên vala. Yan bi tenê yan jî bi komî em diçin pincar kom dikin. Heya destpêka havînê em li dervê ne."   Emîne destnîşan kir ku pincarên ku tên komkirin kêrhatiyê û wiha bi lêv kir: "Gelek cureyên pincar en ku ji bo mirovan bifeyde ye di dema biharê de derdikevin. Bi taybetî jî pincarên ku li çolê tên komkirin xwezayî ne û bi tendirûst in. Ez dikarim pûng wek mînak bidim. Dikeve nava salete û mehîrê. Her wiha li cem me kardî û tolîk jî cuda tê çêkirin."   'Buhaya pûng û tolikê her hefte diguhere'    Emîne dema diçe komkirina pincaran debara xwe jî difikire, ji ber ku li bazarê ev pincar gelekî buhane û wiha axivî: "Ligel kêyf û seyranê em pincarên cur bi cur kom dikin û em pê debara xwe jî dikin. Hûn jî dizanin niha qeyrana aborî heye û em neçarin ku debara xwe bifikirin. Em li gorî şert û mercên xwe diçin bazarê û tiştên erzan dikirin. Buhayên desteyek pûng û tolik her heftê diguhere û buha dibe. Şûna ku em li bazarê bikirin em li çolê ji xwe re kom dikin."    'Em rêveberiya heyî naxwazin'   Emîne, ligel behsa xweşikbûna biharê û komkirina pincarê kir bal kişand ser qeyrana aborî jî û wiha axivî: "Dema ez behsa qeyrana aborî dikim bi rastî ez gelekî bi hers dibim. Temenê min û ya hevalên min binêrin. Em temen mezin in û em ji bo mala xwe pincar kom dikin. Qeyrana ku heyî û rewşa ku em niha têdene ne tesadûfî ye. Em rêveberiya heyî naxwazin. Sedemê hemû pirsgirêkên ew bi xwe ne.”   'Ne ji bo kêyfê ji bo debara xwe...'   Sona Demîr a bi Emîne re pincar kom dike wiha nêrînê xwe anî ziman: "Belê gelek pincarên li çolê bifeyde ne. Lê belê em êdî ne ji bo kêyfê ji bo debara mala xwe tên. Gel êdî xizan bûye, kar nemaye û mûçe têra malbatekî nake. Em rojî ne ne ji bo dem derbaskirinê ji bo debar kirinê êdî em berê xwe didin wan çolan. Ji ber ku êdî bazar gelek buhaye em nikarin tiştekî bikirin. Bihayê wan pincarên ku em kom dikin ji 20 lîrayî nakeve. Hêviya me nemaye.”