Jina li hemberî zilmê serî netewand: Xanim Kiliç 2022-04-20 09:12:10   Sema Çaglak   SEMSÛR - Xanim Kiliç a 46 salî ku jiyana wê di nav tundî û îşkenceyê de derbas bûye, bi têkoşîna xwe li ser piyan e. Xanima ku ji pergela mêt qebûl nekir wiha dibêje: “Wekî min gelek jin hene ku tundî û îşkence li wan tê kirin û nikarin derdê xwe bibêjin. Lê dibêjim bila li hemberî tundiya li wan tê kirin bêdeng nemînin.”   Jinên ku ji pergala hişmendiya baviksalariyê re serî radikin, di civakê de ji rola jinan diyar dikin û dibin pêşeng. Çîrokên gelek jinan, di nav xwe de êş û zilmê dihewînin. Lê belê li gel wê êş û zilmê jî çîrokên jinan bi têkoşîn û berxwedanê tijî ne. Xanim Kiliç a 46 salî jî yek ji wan jina ye ku rola jinê ya di nav civaka baviksalar de qebûl nekiriye  û li dijî wê têkoşînan daye. Xanim ji  gundê Bebekê yê girêdayî navenda Semsûrê ye. Xanimê ji ajansa me re bahsa serpêhatiye xwe kir.   ‘Ji bo li hev wer in min qurban bijartin’   Xanim, di temenê xwe yê 12 salî de bi kurê apê xwe re bi zorê tê zewicandin. Xanima ku zext û tundiyê di temenên xwe yê zarokatiyê de dibîne wiha bahsa wan rojan dike: “ Ez gava 9 salî bûm diya min ket girtîgehê. Ez wê çaxê zarok bûm û ji bo min gelek zahmet bû. Hemû kar û barê malê li pişta min bû. Wê demê min gelek zambetî kişand. Piştî ku diya min ji gritîgehê derket, malbatê min bi rêbaza berdêlê zewicand û di 12 saliya xwe de ez hatim zewicandin. Kesê pê re zewicîm lawê apê min bû. Ez wê çaxê zarok bûm, bi zorê min danê. Bav û apê min ji bo ku li hev werin min kirin qûrban. Piştî ku ez hatim zewicandin, Wekî heyfa xwe ji min hilînin tim zilm li min kirin. Malbata hevjînê min û wî bi xwe tim li min dixistin. Bi vî şiklî 2 sal derbas bû û piştre keçeke min çêbû. Lê gava keça min çêbû ez ji mal hatim avêtin û di 14 saliya xwe de vegeriyam gel malbata xwe.”   ’13 salan tundî û îşkence li min hat kirin’   Xanim, anî ziman ku piştî ew vegeriyaye mala dayik û bavê xwe zilm û tundîya li ser berdewam kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gava ez 14 salî bûm bavê min jiyana xwe ji dest da. Vê gavê jî ji hêla birayê xwe ve bi zor hatim zewicandin. Wê çaxê jî heman tundî û îşkence berdewam kir. Hevjîn û malbata wî herdem li min didan. Min û zarokên xwe gelek îşkence û tundî dît. Îşkenceyê ku min dît nayê gotinê. Têkiliya min bi derve re nîn bû. Di hundirê malê de wek zindankirî bûm. Carinan xwarin jî nedidan min. 13 salên min di bin îşkencê de derbas bûn.”   ‘Li hemberî bindestiyê min serî rakir’   Xanim, destnîşan kir ku li gel îşkenceya bi salan wê serî rakiriye û wiha axivî: “Piştî ku min serî li hemberî hevjinê xwe rakir û em ji hev veqetiyan malbata min ez qebûl nekirim û têkiliya xwe ji min qut kirin. Li gorî wan divê jin tim bindest be û ji gotina mêr dernekeve. Lê min ew qebûl nekir û min li hemberî bindestiyê serî rakir. Bi vî awayî ez û zarokên xwe tenê man û bi salan min têkoşîn jiyanê da. Wê çaxê debar jî pir zor bû.  Gava meriv bi tene be hin zehmettir dibe. Lewra min kare tûtûnê dikir, paletiyê dikir û çi kar ji dest min hat min kir ku zarokên xwe mezin bikim.”   ‘Ji ber ku ez jin bûm nedihiştin bixebitim’   Xanim, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji ber xebata wê gelek caran zext û gef  lê hatine xwarin û axafina xwe wiha dirêj kir: “Piştî çend salan li xwaringehê jî xebitîm. Ji ber ku ez bi tena serê xwe li cihekê dixebitiyam, gelek zext li ser min dihatin kirin. Malbata min û malbata mêrê ku pê re hatibûm zewicandin gelek caran bi ser cihê karê min de girtin. Tehm nedidan min ji ber ku ez jin bûm nedihiştin ez bixebitim. Li gorî vê civakê xebata jinê şerm tê dîtin û divê jin ji hundirê mala xwe dernekevin. Mixabin ji ber vê hişmendiyê min gelek kişand û hê jî dikşînim. Lê dîsa jî min hin tişt şikandin.”   ‘Tevî nexweşînên xwe dîsa jî dixebitim’   Xanim, ber bi dawiya axaftina xwe de bal kişand ser nexweşînên ku pê re peyda bûne û diyar kir ku tevî nexweşiyên xwe dîsa jî dev ji xebatê bernade û got: “Tundî û îşkenceya ku min bi salan dît û her wiha xebata ku bi salan kir, di laşê min de gelek nexweşî peyda kirin. Sala çuyî emeliyat bûm. Di pişta min de platîn hene lê dîsa jî dixebitim. Ew 4 sal in wisa nexweşî li min peyda bûne. Ji ber ku pir xebitîme fetq bi min re çêbû. Lê tevî van yekan jî ez dîsa dixebitim. Naxwazim xwe hewceyî tu kesan bikim û ez ê mafê xwe biparêzim.”   ‘Wekî min gelek jin hen, bila bêdeng nemînin’   Xanim, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wekî min gelek jin hene ku tundî li wan tê kirin û tên îşkenvekirin. Lê ji tirsa civak û malbata xwe nikarin derdê xwe bibêjin. Bila ew bêdeng neminin. Ez bi tenê me dixebitim û dikarim bi xwe debara xwe bikim.  Bila jin bikevin ferqa hêza xwe û li xwe xwedî derkevin.”