Piştevaniya Mor amadekariya vekirina du komeleyan dike 2022-04-12 09:03:26     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Piştevaniya Mor ku xwe amade dike li Îzmîrê du komeleyan veke, derbarê mijarê de Buşra Yeşîlbaş axivî û got: "Hedefa me ev e ku jinên dernakevin derve, di komeleyê de bên gel hev û wir ayîdê xwe bibînin."    Li Edene, Mêrsîn û Stenbolê ku 4 şaxên Piştevaniya Mor lê hene li Îzmîrê hewl dide du komeleyan veke. Komeleya ku tê plankirin navenda wê li Karşiyaka bê vekirin ya din jî wê li Bucayê be. Ji Piştevaniya Mor a Îzmîrê Buşra Yeşîlbaş der barê amadekariyên vekirina komeleyan de axivî û da zanîn ku komele bi taybet hedef dike ku xwe bigihîne jinên li taxan.   Buşrayê destnîşan kir ku ji ber pandemiyê du salan navber dane xebatên komeleyê û van rojan li Îzmîrê lez dane xebatên xwe û wiha dirêjî dayê: “Wek Piştevaniya Mor komîsyonên me hene. Ji bo ev komîsyonên me baştir bixebitin wê komele bibin nokteya esas. Em ê xebatên atolye û komîsyonen xwe wek pêvajoyek faliyetê ya  li komeleyê pêk bê ava bikin. Di xebatên taxan de em ê xwe bigihînin jinên taxan.   Buşrayê diyar kir ku jinên nikarin ji malê derkevin komele ji bo wan cihekî girîng e û ev tişt bi lêv kir: “Jin dema xwe digihînin me ewil komeleyê dipirsin. Hedefa me ev e ku jinên dernakevin derve, di komeleyê de bên gel hev û wir ayîdê xwe bibînin. Atolya fîlman, komîsyona psîko-civakî, komîsyona hiqûqê atolyeyan wê vekn û em ê pêvajoyeke hişmendiyê ava bikin.”   Buşrayê anî ziman ku komele saziya piştevaniya jinê ye û ji hemû jinan re vekiriye, xebat û plansaziyên xwe di vê esasê de pêk tîne. Buşrayê wiha dawî lê anî: “Di feraseta şaredariyên herêmî de piştevaniyek bo jinan tune. Dema em serlêdanê dikin her tim bi heman pirsgirêkê re tên rû hev.  Dewletê piştgirî biriye, walîtî ji ber krîza aborî çavkaniyan sînor dike. Bersivên wisa dihat dayîn. Dîsa em ji piştevaniya jinê piştgiriyê digirin. Em piştgiriya aborî û manewî ya jinan dipên.”