Ji bo xwarina danekî derbixin pincar kom dikin 2022-04-10 09:01:26   Medya Uren   AMED - Jinên Amedê bi hatina biharê re li deverên şîn dicivin û ji bo xwarinê pincar kom dikin. Saadiya Îtmez a li ber dîwarên Sûrê tolikê kom dike, ji bihabûna xurekan gilî dike û dibêje:"Tolik xwarina feqîran e. Em jî bi vê xwarina xizanan re hewl didin ku xwarina danekî derbixin."   Piştî baran û berfê, biharek şîn hat. Bi hatina biharê re bi taybetî li Hevsel û derdora Sûrên Amedê giya bilind bû. Ango ji her derê bajêr jin li van deverên şîn kom dibin û giyayê kom dikin. Li ber dîmenên xweş ên Hevselê jin bi taybetî ji bo pincarên ji bo tendirustiyê bi sûd in kom dikin. Lê belê niha jin dibêjin ji bo em xwarina danekî derbixin em tolikê kom dikin.   Giyayên çolê ku xwezayî mezin dibin, bi taybetî di çanda kurdî de xwedî cihekî girîng e. Jin gelek cure giya kom dikin û di xwarinên cur bi cur de bi kar tînin. Weke dermanên giyayî yên kurdî jî bi kar tînin. Dayikên ku li derdora Sûr û Hevselê van giyayan diçinin dibêjin êdî ne ji bo xêr û tendirustiyê ji bo danek xwarina me derbikeve em liv irin. Ev rewş asta qeyrana aborî ya ku gihiştiye asta bilind radixe berçavan.   'Em ji bazaran destvale vedigerin'   Saadiya Îtmez a 50 salî, di saetên serê sibehê de ji navçeya Rezana Amedê bi meşê tê navçeya Sûrê. Li vir jî tolik bi gotina wê “Kariya xizanan” kom dike. Saadiya bi salane tê giyayê kom dike dibêje: “Îsal cudahiyek a xwe heye. Em diçin bazarê û dest vala vedigerin. Li cihê xurekên bazarê em jî hewl didin bê pere pêwîstiyên xwe pêşwazî bikin. Ji bo em du quroş diravê rê jî nedin em bi saetan dimeşin heta vir.”   'Qeyranê kêf nehiştiye'   Hevjînê Saadiya astengdar e lê belê rûxmê wê jî mûçeya astengdariyê nagire. Zarokên wê jî bê kar in, ji derveyî mûçeya kaltiyê yê hevjînê wê tu mûçeyên din nayê mala wan. Saadiya dibêje kes xizanan nas nake û wiha pê de diçe: “Gelek cîranên min weke min in an jî rewşa wan ji ya min xirabtir e. Her ku diçe jiyana me jî zortir dibe. Qeyrana aborî ne hizûr ne jî kêf di cihekî de hiştiye. Çalakiyên me ji bo kêfê dikir êdî bê wate bûn.”   'Em dicivin qala pirsgirêkên xwe dikin'   Saadiya dibêje me jî berê ji bo tendirustiyê û kêfê ev giya kom dikir lê belê niha armanca me gelek cuda ye. Saadiya wiha dawî li gotina xwe tîne: “Li ber  bêhna xweş û giyayê şîn bê guman mirov kêfê digire. Herwiha bi hevalek xwe re tu werî vir hîn bêhtir bi kêf e. Mirov parve dike û bi wê re kar dike. Jixwe çêkirina van giyayan û xwarina wan jî bi zewq e. Dema me gelek kom dikir me dikeland û di sarincan de dihişt. Me çend rojan jî wan dimezaxt. Me berê çawa tê çêkirin ji hev re digot. Em niha tên vir qala pirsgirêkên xwe dikin.”