‘Projeya Gundbajar her roj santîm bi santîm dişemite’ 2022-04-07 09:04:16   Hîkmet Tunç   WAN - Di çarçoveya projeya ‘Gundbajar’ ya ku Bulent Ecevît ji bo xeyalên wxe kir jiyanê, li gundê Ezdînan avahiyên hatin çêkirin roj bi roj dişemitin. Ji ber rîska hezazê herêm wek ‘herêma karasetê’ hat îlankirin lê hîna herêm nehatiye veguhestin û welatî diyar dikin ku dewlet wan dixapînin.   Di dema hikûmeta koalîasyonê ya ji Partiya Çep a Demokratîk (DSP), Partiya Tevgera Netewperest (MHP) , Partiya Anavatan (ANAP) pêk hat Serokwezîr Bulent Ecevît got xeyala min e û di 2000’î de projeya ‘Gundbajar’ kir jiyanê û di çarçoveya projeyê de li gundê Ezdînan a Şax a Wanê ku  herêma hezazê bû 383 avahî çêkiribûn û niha ev avahî veguherîne kavilê. Projeya ku bi îdiaya pêşvebirina aborî û civakî ya gundan û avakirina modelê ket jiyanê, di salên 2000’î de li herêmê bi hinceta ewlehiyê, wek alava asîmîlekirin û dîzaynkirina herêmê hat bikaranîn.   Welatiyên li avahiyan bicih kirin çek danê   Kurdên wek eşîr li qadên çiyayî dijiyan bi zor hatin koçberkirin û bi armanca pêşî li zêdebûna nifûsa li metropolan bê girtin li avahiyên hatin çêkirin hatin bicihkirin. Welatiyên li van qadan hatin bicihkirin ji bo di bin kontrolê de bên girtin li nêzî navend û navçeyan avahî hatin çêkirin.  Çandinî û sewalkarî hat tunekirin, welatiyên ji cihê wan hat kirin cerdevanî lê hatin ferzkirin, çek dan hemû welatiyên li avahiyan hatin bicihkirin. Li gundê Ezdînan a Şax a Wanê  di salên 2000’î de di çarçoveya ‘Gundbajar’ de avahî hatin çêkirn.   Li zozanên bê sînor xaniyê sê ode wek nîmet hat pêşkêşkirin   Gundên Mendaşkan, Martansê, Şincal, Nîkus, Xaçans, Bîlîsavar, Dêrîşkê, Narê, Batkan, Bêzans, Koran, Berêkund yên navçeyê hatin valakirin û di çarçoveya projeyê de 283 avahî hatin çêkirin û bi hezaran gundî li gundê Ezdînan hatin bicihkirin. Berê li mêrgên bê sînor herî zêde 12 malbat dijiyan, bi sewalkarî û çandiniyê re mijûl dibûn. Piştî vê projeyê gundî di avahiyên sê ode yên tek tîp yên li dijî xwezaya gund bûn hatin bicihkirin.   Avahî santîm santîm dişemitin   Li gelek deverên Tirkiye û herêmê projeya ‘Gundbajar’ pêk hat û niha proje terkî qedera wan hatiye kirin.  Avahiyên 22 sale ji ber karasetên xwezayî zirarek mezin dîtine, hilweşiyane û derizîne, ne tên başkirin ne jî welatiyan vediguhestînin. Ji aliyê Midûriyeta Rewşa Lezgîn a Karasetê ya Wanê ve di 2014’an de lêkolîn hat kirin û hat tespîtkirin ku cihên ku avahiyên gundê Ezdînan lê ne zemîna wê herêma hezazê ye û wek ‘Herêma Karasetê ya Lezgîn’ hat îlankirin. Hat tespîtkirin ku di nava salan de santîm bi santîm ax şemitiye û hîna tu pêngav nehatiye avêtin.   Em diçin herêmê û avahiyên xerabe yên dîmeneke nebaş nîşan dide  nav çiyayê bi heybet de hatine çêkirin. Jinên bi cil û bergên xwe yên gelerî  kar dikin diyar dikin ku ew nizanin ku li gund biçin ku derê.   Ji 383 avahiyê tenê li 40 avaniyê îkamet heye   Piranî welatî avahiyan wek demsalî bikar tîne û jinek jî ji ber çûne bajarên din ji 383 avahiyê tenê 40 heb tijene. Welatiyên li vir diman piranî ya koçî gundên din yan jî bajaran  kirine. Şêniyê gund yên bi sewalkariyê debara xwe dikin nêzî 50 hebî zivistanê diçin bajaran havînan diçin gund.   ‘Axa me li cihekî din mala me li cihekî din e’   Hîcret Okan da zanîn ku xaniyê têde dimînin ne derî ne jî paçeyê wan hene û nêzî 22 sal berê gundê Mendeşka bi zora dewletê hatine derxistin û wiha got: “Avahiyên em lê dimînin niha pirsgirêka avê lê heye. Bi zor em derxistin. Ev 20 sal zêde em li virin. Ava me tune. Dibêjin ji vir jî derkevin. Kes rewşa me napirse. Keya pirsgirêkên me çareser nakin. Derî tune, paçe tune. Avahiyên sexte çêkirin. Hîmê wan xera bûne. Dibêjin zemîn şemitoke. Lê zemînê me saxlem ji çiya ava dike.”   Hîcranê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku dibêjin avahiyan vala bikin û got derfetê wan tune biçin cihekî din û ev bang kir: “Bila dewlet çareseriyekê bibîne. Em anîn vir bila mafê me bidin me.”   ‘Dewletê em xapandin’   Feyruz Çîçek jî destnîşan kir ku bi hinceta ewlehiyê ew anîne vê derê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “PKK kirin hincet. Lê tu agahiya PKK’ê jî ji me tunebû. Em mexdur bûn. Me ji Xaçansê koç kir. Dewletê em xapandin. Em anîn vir niha jî dixwazin me ji vir derxin. Cihê me warê me tune. Em ewil çûn Wanê. Em ji wir hatin van avahiyan.”