‘Koçerî her çiqas zehmet be jî em jê hez dikin’ 2021-09-08 09:02:36     Sema Çaglak    ÇEWLIG - Koçerên ku serpêhatiya civakê ji demên ewilî de ava kirin e hê jî li gelek deverên herêmê  kevneşopiya xwe diparêzin. Jina bêrîvan Zozan Uvat wiha dibêje: “Şert û mercên jiyana me gelek zehmetin lê em ji jiyana di nav xwezayê de gelek hez dikin.”   Jinên ku li gundê Rîz ê Darahînê ya Çewlîgê ne di her demasalê de bi zehmetiyên cuda re rûbirû dimînin. Jinên gund bi destpêkirina biharê re heta dawiya havînê bi bax û baxçeyan re mijûl dibin. Her wiha jinên ku bi piranî debara xwe bi sewlkariyê dikin jî ji bo xwedîkirina pez berê xwe didin zozanan. Ev jin ji biharê heta payizê li zozanan pez xwedî dikin. Ji van jinan yek jê jî Zozan Uvat e. Zozan ji ajansa me re behsa kar û barê xwe kir û rojeke xwe vegot.    Jiyana di nav xwezayêde xweş e   Zozan Uvat a ku nêzî 20 sal e  bêrîvantiyê dike, bahsa rojeke xwe kir û got: "Saet di 5'an de şiyar dibim. Ewilî ez çêlêkên xwe didoşim. Piştre jî bo taştê nan dipêjim û karê malê dikim. Dema saet dibe 9 em diçin pez didoşin. Ber bi êvarê em carek din pezên xwe didoşin. Jiyana me ya rojane wisa ye. Jiyana  di nav xwezayê de ligel zehmetiyên heyî jî xweş e."    'Karê me li gorî demsalê diguhere'   Zozan wiha bal kişand ser zehmetiya karên ku dikin: "Zehmetiya karê me jixwe ji her aliyê ve tê dîtin û tê zanîn. Em pez xwedî dikin û ev kar jî zehmet e. Em wan dibin cihên çiyayî û zozanan. Her wiha di demsala zivistanê de jî bêtir karê me zehmet dibe. Di jiyana koçeran de herî zêde jin kedê didin û yên ku herî zêde zehmetiyê dijîn jî dîsa jin in. Em havînan diçin deverek din û zivistanê diçin deverek din. Ligel her zor û zehmetiyên jiyanê em ji şêwaza jiyana xwe hez dikin.