Di navbera qerekolên Îran û Tirkiyeyê de jiyan 2021-09-07 09:03:37     COLEMÊRG - Lutfiye Kiliç ya li mezraya Meleyan a Şemzînanê bêrivaniyê dike, bertek nîşanê qerekolên ku li sînor hatine çêkirin da û got: “Li vir qerekolên Tirkiyê hene û li pişt wê jî yên Îranê. Li ser axa me aramî nema.”   Li herêmê di salên 90’î de valakirina gundan hat ferzkirin. Bi AKP’ê re jî di bin navê ‘herêma ewlehiya taybet’ de heman pêkanînan dubare kir. Di meha çile de li gelek deverên herêmê bi sedan qad hatin qedexekirin. Walîtiya Colemêrgê 12 herêmên li navenda bajar, Çelê, Gever û Şemzînanê wek herêma ewlehiya taybet îlan kir. Yek ji van deveran jî mezraya Meleyan a girêdayê Dêmanê ya Şemzînanê ye. Lutfiye Kiliç ya bi bêrîvaniyê debara xwe dike ji ajansa me re axivî.   Bi xwedîkirina pez debara xwe dikin   Lutfiyeyê da zanîn ku ji zarokatiyê heta niha bêrivaniyê dike û got: “Em li pezê xwe dinêrin. Em bi şîrê wan mast û penîr çêdikin. Yên zêde em difroşin. Em karê xwe dikin, li zarokan dinêrin. Li gund çi kar hebe em dikin.”   ‘Dewletê li her derê qerekol çêkiriye’   Lutfiyeyê destnîşan kir ku di temenê ciwan de bi dayika xwe re çûye zozanan û got bi OHAL û qedexeyan re gelek pirsgirêk jiyane û wiha dirêjî da axaftina xwe: "40 sal berê li gundê bavê xwe bûm. Zarok bûm. Em diçûn zozanan. Me kon vedidan. Em sê mehan li wir diman. Me her tiştê xwe li wir çêdikir. Lê niha ligel me qereol hatine çêkirine. Mehek berê em ji ber berxbirînê hatin vir. Min ji jinan re got em îşev li vir bin. Em bi şev man, dengê topan çekan hat. Em pir tirsiyan. Lê berê wisa nebû. Me derî heta sibehê vekirî dihiştin. Her kes kêfxweş bû. Aram bû. Lê niha ne wisa ye. Dewletê li her derê qerekol çêkiriye. Li vir qerekolên Tirkiyeyê li pişt me yên Îranê.”   ‘Aramiya berê nemaye'    Lutfiyeyê dawiya axaftina xwe de wiha got: “Aramiya berê nemaye. Beriya tarî bibe em hemû diçin malê. Gelo çima me gulebaran dikin? Em ji bo hewcedariyên xwe tên vir. Em ji bo zarokên xwe tên vir. Çima leşker me dikujin. Berê em rehet bûn. Tirs tunebû. Niha leşker çawa me dibînin em hema vedigerin. Aramiya berê nema. Niha sînor jî girtîne. Berê ji Îranê her cureyê xurekê dihat. Her tişt serbest bû. Bila sînor bên rakirin.”