Şêniyên taxa Deyşanê avê ji bîra sondajê digirin 2021-08-17 09:03:19     Medya Uren   MÊRDÎN - Taxa Deyşan a Şemrexê welatiyên pirsgirêka av û ceyranê dijîn, ava xwe ji bîra sondajê digirin. Welatiyan ji bo pirsgirêk bê çareserkirin bang kirin.   Li taxa Deyşan a Şemrex a Mêrdînê pirsgirêka av û ceyranê tê jiyîn. Welatiyên li Deyşan dijîn ji ber van pirsgirêkan nikarin berhemên çandî bigirin. Ji ber pirsgirêka av û ceyranê nayê çareserkirin êdî pirsgirêka debarê jî derdikeve holê. Welatiyên li taxê dijîn pirsgirêkên dijîn vegotin.   ‘Me gilî jî kir lê fêde nekir’   Hamdiye Bozkurt ya li Deyşan dijî diyar kir ku pirsgirêka av û ceyranê bi salane heye û ji ber vê jî nikarin erdên xwe jî biçînin û wiha axivî: “Em nikarin erdê xwe biçînin. Tiştekî biçînin. Ji ber vê pirsgirêka debarê tê jiyîn. Gelek carî me gilî kir, me pirsgirêk anî ziman lê fêde nekir. Ji ber van pirsgirêkan ciwanên me li derveyê bajar dixebitin. Ger ku av hebûna wê wisa nebûna.”   ‘Gundî ji bîrekê ava xwe digirin’   Cemîle Bîlen jî destnîşan kir ku ji ber pirsgirêka avê neçar mane sewalên xwe bifroşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbat bi çandiniyê re eleqeder dibin. Em her çiqas vê rewşê bînin ziman jî rewş naguhere. Em bi rêbaza sondaja li gund avê digirin. Lê ev jî têr nake. Ji ber hemû gundî ji wê bîrê avê digirin. Çavkaniya debara me girêdayê çandinî û sewalkariyê ye. Ji ber pirsgirêk zêde ne em nikarin debara xwe bikin.”   ‘Em nikarin fatura av û ceyranê bidin’   Cemîleyê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku carna bi barana dibare re gol çêdibin û ava xwe ji wir jî digirin û ev tişt anî ziman: “Ne şaredarî ne keya tiştekî nakin. Em fatureyên av û ceyrana ku bikarnaynin jî didin. Ji ber ceyran tune em zivistanê sergînan dişewitînin. Divê şaredarî demildest vê pirsgirêkê çareser bike.”   Cemîleyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Birayên min û hevjînê min neçarin li derve bixebitin. Ji bo debarê em jî li ser erdan dixebitin, sewalkariyê dikin. Em li gorî gundên din bê derfetin. Rewşa aboriya me li holê ye û em qezenca xwe jî ji bo bîra gund bikar tînin. Her cara di bîrê de pirsgirêk dertê 10 hezar zêdetir lê diçe. Bîr jî tunebe her tişt hişk dibe. Rewş wisa bidome em ê koç bikin. Keyayê me jî tiştekî nake. Ne wijdana keyayê gund ne jî ya şaredariyê heye.