70 kes di lehiyê de jiyana xwe ji dest da 2021-08-16 13:14:16     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kastamonûyê 60, li Sînopê 9 û li Bartinê jî kesekî di karesatên lehiyê de jiyana xwe ji dest dan. Hejmar bi tevahî derket 70’yî.    Hejmara kesên di karesatên lehiyê yên li herêmên Rojava û Navendî yên Deryaya Reş rû dan de, jiyana xwe ji dest dan derket 70’yî. Serokatiya Rêvebiriya Afat û Rewşa Awarte (AFAD) ragihand ku li Kastamonûyê 60, li Sînopê 9 û li Bartinê jî kesekê jiyana xwe ji dest daye. Dermankirina 8 welatiyan a li nexweşxaneyê jî didome.    Li bajaran xebatên lêgerîn û tehliyekirinê didomin. Li gorî daxuyaniya AFAD’ê heta niha li navçeya Ûlûs a Bartinê 341, li Kastamonûyê hezar û 480 û li navçeya Ayancik a Sînopê jî 560 welatî hatine tehliyekirin. Welatiyên ku hatine tehliyekirin li wargehên xwendekaran hatine bi cih kirin û li herêmê dest bi danîna konan hat kirin.