Jinên Şirnexî bi nanê tenûrê û sêlê debara xwe dikin 2021-08-06 09:06:25   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Endama Meclîsa Giştî a Şaredariya Bajarê Şirnexê ya HDP Asûman Kulter ku ji bo "demekê" ji peywirê hat dûrxistin, ji bo hêzê û piştgiriyê bide jinan wek alternatîf cihê pijandina nanê tenûrê û sêlê vekir. Asûman got: “Jin di her qadê de serkeftî ye. Ji ber vê yekê çi kar hebe jin dike. Dema jin bixwaze dikare her karî bike."   Wezareta Karên Hundir, di Kanûna 2020’î de endamên Meclîsa Giştî ya Şaredariya Bajarê Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo "demekê" ji peywirê dûr xistin. Yek ji endamên Meclîsê ku ji peywirê hat dûrxisitn jî Asûman Kulter bû. Asûmana ku ji pewirê hat girtin, ji bo hêzê bide jinan û mihtacî mêran nebe ji xwe re cihê Nanê Sêlê û Tenûrê yê bi navê Nergîzê vekir. Asûman a ku kargeha nan vekir gelek jin li cem xwe îsdihdam kirin.     ‘Min xwest hêzê bidim jinan’   Asûman, anî ziman ku ew bi awayek bêhiqûqî di meha Kanûnê de ji peywirê hat girtin û got: “Beriya niha bi 7 mehan ez di operasyonekê de hatim binçavkirin. Bi hinceta operasyonê ji peywirê dûr hatim xistin. Me carekedin baş dît ku biryarek bêhiqûqî hatiye girtin. Lê belê em dîsa ji bo gelê xwe di nav xebatan de cih digirin û xebatên xwe dimeşînin. Min got ev tişt têr nake û min biryar da ku cihek wisa vekim. Sedema vekirina min ew bû ku ji bo jin neçarî zilaman nebînin û li ser nigên xwe bisekinin. Ez dixwazim bi vî awayî hêzê bidim jinan.”   ‘Bi firotina nan debara xwe dikin’   Asûmanê, diyar kir ku demeke dirêj ji xwe re li cih geriya ye û wiha domand: “Piştî demeke dirêj min dît ku ev cih tê firotin û min jî kirî. Piştî ku min vêderê dewr girt min ji bo pijandina nan amade kir. Piştre jî jin ji bo bi min re bixebitin hatin û min jî qebûl kir. Ev mehek zêdetir e ku min ev cih vekiriye û em niha 5 jin li vêderê dixebitin. Daxwaza min ew e ku jin bikaribin bixwe li ser nigên xwe bisekirin." Asûmanê vîrusa coronayê (Covît -19) jî bi bîr xist û berdewam kir, "Ev du salin vîrûsa koronayê li hemû cihanê belav bûye û di aliyê aboriyê de bandorê li ser gelê me kiriye. Bi taybetî jî bandor di warê aborî de li jinan kiriye. Jin niha ji bo  debara xwe bikin nanê tenûrê û nanê sêlê dipijînin. Nanê ku em çêdikin em difroşin û debara xwe pê dikin.”   ‘Me xwest em çanda xwe bidin jiyîn’   Asûmanê, da zanîn ku nanê tenûrê û sêlê çandek kurdan e û ev tişt got: “Em naxwazin ev çanda me winda bibe. Ji ber ku ev çand ji pîrik û dayikên me ji me re maye. Bi taybetî ji bo çanda me winda nebe em vî karî dikin. Em jin dixwazin çanda xwe bidin jiyîn. Gelek kes ji maretan nan distînin. Lê nanê tenûr û sêlê di aliyê tendûstiyê de gelek baş e. Ji ber vê yekê em vî nanî dipijînin. Kargeha me eleqeyeke mezin dibîne. Ji ber ku dema mijar jin be cûdatir tê dîtin. Dema dibînin berpirsyar û xebatkar hemû jin in kêfa wan jî tê. Roj bi roj kiryarên nanê me zêdetir dibin.”   ‘Dema jin bixwaze dikare her karî bike’   Asûmanê, di dawiya axaftina xwe de got dema jin bixwaze dikare her karî bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin di her qadê de serkeftî ne. Ji ber vê yekê çi kar hebe jin dike. Lewra jî em dibêjin ku bila jin bi xwe bawer bin. Em ê tu carî mihtacî mêran nebin û em ê bi keda xwe li ser nigên xwe bisekinin. Jin dayik e û çi bixwaze dikare bike. Dê jin tim biserkevin.”   ‘Em nizanin roja me çawa derbas dibe’   Xebatkara jin Ronahî Agrisoy jî got gelek kêfxweş e ku bi jinan re li vî cihî dixebite û ev tişt got: “Ji ber ku ev cih vebûye kêfa me gelek tê. Karê me zahmet e lê dema em jin bi hev re dixebitin kêfa me ji hev re tê.  Ji bo ku em li ser nigên xwe bisekinin û neçarî zilaman nebin vî karî diikin. Em bi karê ku dikin pêdiviyên xwe yên malê pêk tînin. Dema em diçin malê jî em kar dikin. Di demsala havînê de em zahmetiya mezin ji ber agir dikişînin.Ji ber ku em nikarin li ber agir bisekinin. Saet ji 4’ê sibehê de em li vir in heta 7'ê êvarê. Serê sibehê dema em tên hevîrê xwe disitêrin û piştre dest bi pijandina nan dikin heta êvarê. Nanê me gelek xweş e û ji yê firinê baştir e. Ji ber ku em nanpêiya vî nanî dikin gelek kes kêfxweş dibin. Demek kûrte me ev cih vekiriye lê hêdî hêdî ji aliyê gel ve tê nasîn. Dema em jin tên gel hev ji ber ku em li gel karê xwe sohbetê dikin em nizanin ku roja me çawa derbas dibe. Em nanê dipijînin difiroşin.”