Şêniyên Xaşkanê: Em ji mirinê rizgar bûn 2021-08-03 09:33:48   Hîkmet Tunç   WAN - Lehiya ku li taxa Xaşkanê Elbakê rabû bû sedema mexduriyeta şêniyan. Şêniyên ku bertekên xwe anîn ziman gotin: "Şaredarî heta niha tu xizmet nekiriye. Berbirsên mexduriyeta me DSÎ'ye. Niha jî kesek mexdûriyeta me nabîne û em ji mirinê rizgar bûn."   Li taxa Xaşkan ê navçeya Elbak a Wanê, ji ber baraneke zêde lehî rabû. Li gund ji ber lehiyê bi dehan xanî ûa xur xerabûn û lehiyê gelek wesayît dan ber xwe. Ji ber lehiyê ceryana gund qut bû. Hat diyar kirin ku li taxê heta niha 8 xanî yekcar xirabûye. Şêniyên ku li gund dijîn ji ber lehiyê mexdûrbûn û bertekên xwe li hemberî bêdetbiriya rayedarên eleqedar tînin ziman.    Ji hêla Karê Avê ya Dewletê ya Wanê ve di sala 2011'an de qanalekî avê hatibû çêkirin lê qanal ji hêla şaredariyê ve tu carî nehat paqijkirin. Qanala ku gelek caran xisar dîti di lehiyê de bû kerasetekî mezin. Şêniyên li taxê ji bo ewlehiyê berê xwe dan cihên bilind û li vir nobedê digirin. Heta îro jî ji bo mexdûran konek nehatiye vedan. Cerdevan, leşker û polîs li dora gund hatin bicih kirin. Her wiha ceyrana gunjî hatiye qutkirin. Ava vexwarinê jî li cihên dûr tînin.    Rabîa Acar, diyar kir ku heta roja dawiyê jî ev qanala ku hatî çêkirin nehatiye paqijkirin û got: "Ji ber lehiyê gelek mexdûr bûne û dikana ku li taxê avakirine hilweşiyaye. Gelek tiştên me ber lehiyê çûn."   Zerdal Korkmaz jî wiha bal kişand ser mexdûriyeta xwe: "Diwarên xaniyên min hilweşiyan. Ev tişt ji ber kortan pêk hat. Li vir ewlehiya jiyana me nîne. Em nikarin li mala xwe razên."   Pezê Melek Atli jî di lehiyê de telef bûn û Melek wiha axivî: "Ji bo ez pezê xwe rizgar bikim ez ji mirinê filitîm. Mala min jî hilweşiya û cihê ku ez biçim nîne. Ez, dayika xwe û xwişk û birayên xwe li mala cîranên xwe dimînin. Ez hewl didim ku tiştên xwe di nav heriyê de derxim."   Çîgdem Gurbuz, diyar kir ku ku ji bo pezê xwe bidoşe ji malê derketiye û di vê demê de bi lehiyê re rûbirû maye. Çîgdem wiha dirêjî da axaftina xwe: "Diwarên xaniyên min hweşiyan. Di dema lehiyê de min tenê hewlda ku ez zarokên xwe ji vê felaketê rizgar bikim. Ez gelekî tirsiyam. Lê şikûr min zarokên xwe ji mirinê rizgar kir."