Li herêmê çandinî û sewalkarî êdî zehmet e 2021-07-14 09:03:12   Hîkmet Tunç   WAN - Ligel hişkesaliyê, bi krîza aborî û zemên tên kirin re di çandinî û sewalkarî êdî zahmet bûye. Welatiyên bi zor debara xwe dikin, ev bang kirin: “Divê zem bên sekinandin û biha bên xistin. Divê ji bo sewalkarî û çandiniyê jî piştgirî bê dayîn.”   Sewalkarî û çandiniya ku yekane çavkaniya debara herêmê ye û ji polîtîkayên şaş ên desthilatdariyê bi bandor bûye, îsal hişkesaliyê jî lêxist. Li herêmê îsal ji ber nebarîna berf û baranê, hatiniyeke baş nehat bidestxistin. Ji ber krîza aborî û bihayên zêde, welatiyên ku debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikin jî zahmetiyan dikişînin û welatî hewl didin  ku ji vê rewşê rizgar bibin.   ‘Berhem gelek caran di destê me de dimînin’   Esmer Kumlî ya ku bi rojan ji bo genimê xwe yê li kontarê çiyayê Erek ê Wanê çandiye bigire xebitî, got îsal ji ber av zêde tunebû erd hişk mane û daxuyakirin ku yekane çavkaniya debara wê cotkariye û wiha dirêjî dayê: “Dema em berhem diçînin gelek bihaye lê di dema firotinê de jî pir caran destê me de maye. Ji ber ku kes nagire. Her wiha di sewalkariyê de jî heman tişt mijara gotinê ye. Ji ber bihayê ka û êm ez pir carî hewl didim ku dewarên xwe nefiroşim. Ji ber ez bifroşim jî erzan diçe. Lê dema ku em hewl bidin ku bigirin du kat bihaye.”   ‘Pêşiya me zivistane em nizanin debara xwe çawa bikin’    Esmerê daxuyakirin ku hevjînê wê bi salane betal e û wiha dirêjî dayê: “Ez bi şîrê çêlekên xwe û genimê ku me çandiye debarê dikim. Lê ne şîr û ne jî genimê me pere dike. Wa hun dibînin, ez bi paqijiya malê, xwarin û sewalan re mijûl dibim. Ez bi hevjînê xwe re diçim ser erd.   Pêşiya me zivistane, ez nizanim ku em ê çawa debara xwe bikin. Bendewariya min ji kesî tune ye. Em kedê didin, ji ber vê jî dixwazim beramberê wê bigirim.”   ‘Ji ber zemê berhem li ser erdan wê bimîne’   Esmerê destnîşan kir ku sala boarî  100 kîlo genim ku 10 kîloyê wê bi 50 TL girtiye li erd çandiye û got: “Plana me ev e ku em berhemê zêde bifroşin û lêçûna mutbexa xwe bikin.îsal ji ber pere tunebû me bîçer neanî, me bi usula berê genim kom kir. Ji ber zema tê kirin wê berhemê me li ser erd bimînin. Me genim çinî lê em nikarin gazî patoz û bîçerê bikin. Divê biha bên daxistin. Divê piştgirî ji bo sewalkarî û çandiniyê bê dayîn.”