Gundê ku dewletê şewitand jinan careke din şên kir 2021-06-22 09:13:11   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Gundê Govîk ê navçeya Elkê, di sala 2001’ê de ji aliyê dewletê ve hatibû şewitandin û ji ber zilm û zextên dewletê gundiyên lê koç kiribûn. Refîka Aşan a ku ji wî gundî ye û piştî bi salan hatiye  gund xwe wiha dibêje: “ Dema em hatin gund kavil bibû. Me jinan careke din bi destê xwe şên kir. Gundê me gelek xweş e. Divê em xwedî li gundê xwe derbikevin.”   Dema mirov dibêje salên 90’î, êrîş, qetilkirin, şewitandin, hilweşandin û koçberkirina Gelê Kurd ji ser axa Kurdistanê tê hişê mirov. Ji ber ku di salên 90’î de dewletê bi ser gelek gund û bajarên kurdan de girtin û polîtîqayên asîmîlasyon û koçberkirinê kirin meriyetê. Gundê Govîk ê navçeya Elkê ya Şirnexê jî ji van gundan yeke ku dewletê li vî gundî zordestiyeke mezin kiriye. Di sala 2001’ê de dewletê bi hinceta “ PKK’yî ne” gef, li gundiyan xwarine, gund şewitandiye û koçberî li gundiyan ferz kiriye. Gundiyên wê derê jî neçar mane berê xwe dane cihên cuda. Refîka Aşan(60) a dayika 8 zarokan e ku ji gundê Govîkê ye, behsa zext û zilma dewletê ku li wan hatiye kirin û jiyana xwe ya niha kir.     ‘Warê min Govîk e’   Refîkayê, anî ziman zarokatî û jiyana wê li vî gundê derbas bûye û wiha got: “Ji ber ku gundê me gelek xweş bû mêvanên me gelek dihatin û me herdem mêvan pêşwazî dikin. Jiyana me li vir gelek xweş bû. Ji ber ku ez ji gundê xwe gelek hez dikim ez herdem li ser sitranan dibêjim.  Dijmin zordestiyek mezin li me kir. Dema navbera gundiyan de şer derbiketa hikûmetê tiştek nedikir. Ji ber ku hez dikir em hevdû bikûjin. Hikûmetê tim neyartiya kurdan kiriye û hîn jî dike. Jiyana me berê gelek xweş bû. Me berê debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikir. Me koçerî jî dikir û rojê du caran diçûn bêriyê. Zarokên me li pişta me bûn û em dixebitîn. Me diçû şîrê xwe dianî dikir mast û penêr. Piştre me dihat karê malê dikir. Berê jiyana me xweş bû û kêfxweşî hebû. Herî kêm  serê malê 10 pez hebû.  Me meşk û rûn çêdikir. Me karê çandiniyê dikir. Ji bo zivistanê me havînê giya berhev dikir û zivistanê dida sewalan.”    'Ez bi hesreta warê xwe mam'   Refîkayê, dazanîn ku di sala 2001’ê de dewletê gundê wan şewitandiye û wiha pêlda axaftina xwe: “Bi ser gundê me de girtin û cerdevanî li me ferz kirin. Lê me cerdevanî qebûl nekir û ji ber vê bi ser gundê me de girt. Ji me re gotin ‘hûn PKK’yî ne û me bi darê zorê ji gundê me koçber kirin. Lê me tu neheqî li kesekî nekiribû.  Wan neheqî li me kir û zilm li me kirin. 150 sewalên me hebûn. Bi ser gund de girtin û hemû sewalên me hatin kuştin. Bi tenê 20 pezê me ma û me ew jî firotin. Hikûmetê dema ku em ji gund derxistin em çûn gundê Bêzalê û piştre jî derbasî gundê Çemê Pîrê bûn. Em salek li van gundan man ji bo ku em careke din vegerin gundê xwe. Lê hikûmetê li vir jî destûr neda me. Ji ber wê yekê em neçar man me berê xwe da bajêr. Piştre di sala 2002’yan de em neçar man me berê xwe da Mêrsînê û li wir jiyana xwe domand. Wê demê zarokên min hemû biçûk bûn. Dema ez çûm bajêr ji bo ku zarokên xwe xwedî bikim ez di gelek karan de xebitîm. Her wiha diçûm findiqan. Ez di hemû karên giran de xebitîm. Hevjînê min berî bi 8 salan jiyan xwe ji dest da û barê malbatê hemû ma li ser milên min. Tişta ku hikûmetê anî serê me nehatiye serê tu kesek dinê. Ez tim bi hesreta warê xwe jiyam.”   ‘Me gundê xwe ji nû ve ava kir’   Refîkayê, desnîşan kir ku piştî gundê wan şewitandin û hilweşandin bi salan nikaribûne bên gundê xwe û wiha berdewam kir: “Piştî ku vegera gundan serbest bû, em careke din vegeriyan ser axa xwe. Dema em hatin gund li gund kevir li ser kevir nema bû. Hemû xanî hatibûn hilweşandin.  Dar, daristan û baxceyên me nema bûn. Me gundê xwe  bi derfetên xwe ji nû ve ava kir û me ji nû de ji xwe re ranî çêkirin. Me jinan dest bi çandina dar, daristan û baxceyan kir. Piştî çend salan gundê me wek berê dîsa şên bû û bi şînahiyê xemilî. Niha li gund zêde kes tune ye. Em niha li gund karê çandinî û sewalkariyê dikin. Jiyana me êdî ne wek jiyana berê ye. Ji ber ku li gund zêde kes tune ye. Bi tenê çend malbat hene. Em ji gundê xwe gelek hez dikin û me jinan bi destê xwe gundê xwe careke din şên kir.”   ‘Bihara têm gundê xwe’   Refîkayê, xweşikbûn û dewlemendiya xwezaya gundê xwe wek bihûştê bi nav kir û ev tişt anî ziman: “Dewletê em ji gundê me mahrûm kirin. Ev 20 sal e em koçberî Mêrsînê bûne. Ji ber ku mala min li Mêrsînê ye  Zivistanan diçim û dema bihar tê ez têm gundê xwe. Dema biharê têm gund dest bi çandiniyê dikim. Fêkî û zebzeyê ku min çandine piştî ku çêdibin berhev dikim. Em hinekên wan bi tezetî dixwin û yê mayî jî ji bo zivistanê hiltînin. Dema zivistan tê em carekedin berê xwe didin Mêrsînê. Ji ber ku zarokên min diçin dibistanê. Min berê pez xwedî dikir, lê niha pezên min tune ye. Ji ber ku nikarim temamê salê li vir bimînim. Lê ez têm gundê xwe ji xwe re çandiniyê dikim. Tim bi hesreta gundê xwe dijîm. Ji ber wê yekê dema derfet min çêdibe têm gundê xwe.”   ‘Jiyana gund aramiyê dike dilê min’   Refîkayê, di dawiya axaftina xwe de got ew ji gundê xwe gelek hez dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez her demsala biharê têm gundê xwe. Jiyana gund aramiyê dike dilê min. Ez ê çawa dest ji gundê xwe berdim. Ez dixwazim herdem li gund bim.  Lê ji ber ku zarokên min li Mêrsînê dibistanê dixwînin nikarim bêm gund.  Piştî ku gundê me hat şewitandin û şûnde xaniyên mayî jî hemû di binê aşûtê mabûn. Lê jiyana gund gelek xweş e. Ji ber ku di jiyana li gund de parvekirin heye.  Em niha li gund her cure çandiniyê dikin. Divê em li warê xwe xwedî derkevin.”