Hunermenda kolanê Nesrîn ji ewlehiya canê xwe bi fikar e 2021-06-20 09:01:32     ÎZMÎR - Nesrîn Kahraman ku li aliyekî pirsgirêka debarê dijî û li aliyê din jî ji bo kurê xwe yê ku hişbirê bi kar tîne hunermendiya kolanê dike, diyar kir ku tu saziyeke ku serî lê dayê alîkarî nedayê û  got ji ber ewlehiya canê xwe bi fikar e.   Nesrîn Kahraman li Îzmîrê ev du sale hunermendiya kolanê dike û çavê wê yê rastê protez e. Nesrîn di heman demê de ji bo kurê xwe yê 24 salî ku hişbirê bi kar tîne jî, di hewldana dîtina çareyekê de ye. Nesrînê daxuyakirin ku ew bi fikar e ku kurê wê ji bo pere zirar bide wê û hemû saziyên ku serî lê daye jî jê re nebûne alîkar. Nesrînê daxuyakirin ku alîkariya piştre tê kirin wateya wê tune ye.   ‘Yên dikevin behrê xwe li mar dipêçin’   Nesrînê bûyera herî dawî jiyaye bi van gotinan parve dike: “Dê jî ez im bav jî ez im. Ez çareyekê nabînim. Şeva borî heta sibehê ez li qerekolê bûm. Ez dixwazim kurê xwe derman bikim lê kes alîkarî nade. Çareya dawî, min got ez bavêjim girtîgehê ku hişbirê nebîne. Yên dikevin behrê xwe li mar dipêçin. Min jî got madem nexweşxane tune bila girtîgeh be.”   ‘Ez bi zor debara xwe dikim’   Nesrînê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku malulen teqawît bûye lê mûçeyê wê têr nake, ji ber vê hunermendiya kolanê dike û wiha dawî lê anî: “Ez, kurê min e, Xwedayê min heye. Em tenê ne. Ez bi kesî re pirsgirêkê najîm. Her kes hunera min diecibîne. Dibêjin ‘çima tu li kolanê muzîkê dikî’. Lê kes bi destê min nagire. Di qedexeyan de pirsgirêkên me zêde bûn. Ji ber vê em li pey nanê xwe ne. Ez li Konak û Karşiyaka stranan dibêjim. Rojaneya me ne diyar e.  Qezenca me kêm e,  ji ber vê em nikarin ji xwe re pere jî bidin ser hev. Em qezenca rojane bi dest dixin û ew jî têrî wê rojê dike.”