Pêvajoya zehmet a çêkirina penîrê bi gîha 2021-06-09 09:03:49   COLEMÊRG - Haci Baci Kaplan ya 58 salî ku li gundikê Dotka yê Dirbêsanê ya Geverê dijî, ked û rola jinan a di çêkirina penîrê bi gîha de, vegot.    Li gundikê Dotka ku 90 mal lê hene yê girêdayî gundê Dirbêsanê yê navçeya Gevera Colemêrgê ye, jiyan ji bo jinan bi germbûna hewayê re zehmetir dibe û pêvajoya Bêrivaniyê dest pê dike. Yek ji jinên kedkar ya li gund dijî Haci Baci Kaplan a 58 salî ye. Haci Baci Kaplan 7 saetên çêkirina penîr û keda jinê ya bê re derbas dibe vegot.   Xweşikahiya jiyan û zozanên berê   Haci Baci daxuyakirin ku jiyana gund gelek xweş e û 30 sale li vî gundî dijî û got ew hemû hewcedariyên gund çêdike û wiha pê de çû: “Berê em diçûn zozanan em 3 mehan diman. Me hem şivanî hem jî li zarokan mêze dikir. Wê demê 10 zarokên min hebûn. Min tenê li wan mêze kir. berê jiyana gund hîn  xweştir bû. Niha em diçin zozanên dur, em bi wesayîtan diçin. Berê em li hespên xwe siwar dibûn û em bi mehan di konên xwe de diman.”   ‘Jin alîkariyê didin hev’   Haci Baci destnîşan kir ku diçin zozanên ku 3 km ji gundê wan durin û ev tişt anî ziman: “Em şîr dikin penîr, mast, qeymax. Em şîrê ji pêdiviya me zêde kom dikin û didin cîranên xwe yên ku pezê wan tune ye. Em cîranên hev alîkariyê jî didin hev.   Çêkirina penîr   Haci Baci der barê çêkirina penîr de jî wiha got: “Em sibehê zû radibin amadekariyê dikin. Em şîr didoşin. Em şîr dikin beroşên mezin. Em parzûn dikin. Ji bo şîrê me paqij be em du caran parzun dikin. Piştre em di beroşê de haveyn dikin. Ev 20 deqeyan dipên. Piştre em gîhayên xwe yên me ji çiyan kom kirine yê wekê ‘mendê, siyabo û kengî’ tevlî dikin. Piştre em ava penîrê xwe parzun dikin û penîr dikin turikan. Em kevir didin ser turikan û du rojan wisa li bendê dimînin. Piştre em penîr dibirin û dikin bîdonan û çalî erdê dikin.”   ‘Jin her tiştî bi keda xwe dikin’   Haci Baci di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku nîvê roja wan bi berîvanî û çêkirina berhemên şîr derbas dibe û tevî evqas zor û zehmetiyê ew ji karê xwe pir hez dikin. Haci Baci wiha dawî lê anî: “Em hemû karê xwe bi xwe dikin. Em pez xwedî dikin Penîr û mast çêdikin. Jiyana gund xweşe. Her tiştê me xwezayî ye. Têkiliyên me yên bi cîranan re gelek xweşin.”