Gulîzar Taş: Min bikujin jî ji gundê xwe dernakevim 2021-05-27 09:59:40   Gulîstan Azak   DÊRSÎM - Gulîzar Taş a ji ber polîtîkayên şerê taybet gundê wan hat valakirin û careke din vegeriya diyar kir ku wê bikujin jî ew êdî nema ji gundê xwe derdikeve û banga vegerin gundê xwe li kesên koçber bûne kir.     Li Dêrsîmê ji ber polîtîkayên şerê taybet gundên ji aliyê dewletê ve hatin hilweşandin, vala kirin, niha ji aliyê welatiyên şûnde vegeriyane ve gund ji nû ve tê avakirin û welatî xwedî li xweza û çanda xwe derdikevin. Yek ji van gundan jî gundikê Han ê gundê Hakîs yê girêdayê Kisle ya Dêrsimê ye.   Di 2008’an de welatiyên dest bi vegera gund kirin ji bo gundê xwe ava bikin, li dibistana gund, bereqe û konan de man. Jinên gund her wiha hewcedariya xwarina xwe jî ji pincarê ji kontarên çiyan kom dikin, peyda dikin.   ‘Nebat ji bo dermankirinê jî tên bikaranîn’   Gulîzar Taş a 59 salî jî vegeriyaye gundê xwe û zanista nebatê ya ji dayika xwe fêr bûye dide jiyîn. Gulîzar wiha dibêje: “Ez sibehê derdikevim çiyan û heta êvarê lê dimînim. Ez nebatan kom dikim. Ez vê ji dayika xwe fêr bûme. Ez Gulerse, kulik, helîk, sir û gûzan diçînim û kom dikim. Em hem dixwin û hem jî difroşin. Hem jî em ji bo dermankirinê bi kar tînin. Hemû nebatên çiyayên me bi şifa ne. Mînak kulik. Di alî vîtamîna C de gelek dewlemende. Mirovan ji nexweşiyan diparêze. Ji bo nexweşiya bîrovê başe. Ji bo hemoroîtê baş e. Di pêvedana mar û dupişkan de tê bikaranîn. Ez vê jî ji dayika xwe fêr bûme.”   ‘Xweza ji nû ve zindî bû’   Gulîzar diyar dike ku dema malbata wê koç kiriye 14 salî bûye û niha armanca wê ev e ku çand û zimanê xwe bide jiyîn û wiha pê de çû: “Dema em hatin me gundê xwe nas nekir. Her tişt şewitî bû. Xweza bi hatina me re zindî bû. Vê guherîna xwezayê bandor li me kir. Hîna jî qedexe hene. Car caran didome. Ne riya me ne mala me heye. Ez di kon de dimînim. Di avakirina gund de jin pêşengiyê dikin. Jin zor û zehmetiyê dikşînin. Em bi hev re di piştevaniyê de ne.”   ‘Em dest ji gundê xwe bernadin’   Gulîzarê dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Min bikujin jî gundê xwe naçim. Gundên me hatin talankirin, şewitandin û wêrankirin. Bi pêşengiya jinan me ji bo gundê xwe têkoşîn meşand. Dayikên me bi hesreta gundên xwe jiyana xwe ji dest dan. Ji bo em bîranên wan bidin jiyîn em vegeriyan gundên xwe. Em ê nehêlin ku axa me talan bikin. Me bikujin jî em dest ji axa xwe bernadin. Em ê nehêlin ev şer hebûna me tune bikin Vegerin gundên xwe û jiyana xwe ji nû ve ava bikin.”