Yekane daxwaza wan jiyanek baş e 2021-05-26 09:06:44   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Turkan Karagoz û D.C. yên astengdar ku li taxa Ahirdir dijîn, yekane daxwaza wan ew e ku di pergaleke baş de bijîn.   Li gorî daneyên Rêxistina Hevkarî û Pêşvebirina Aborî (OECD) li cîhanê herî kêm mîlyarek astengdar hene. Li Tirkiyeyê jî ji ber lêkolîneke bi bandor nehatiye kirin, hejmara fermî nayê zanîn, lê li gorî nirxandina Konfederasyona Astengdaran, li Tirkiyeyê ji sedî 13 yanî herî kêm 8,5 milyon astengdar dijîn. Du jinên astengdar yên li taxa Ahirdir ya navçeya Menemen a Îzmîrê dijîn, zor û zehmetiyên astengdariyê yên li Tirkiyeyê nirxandin.   Turkan Karagoz ji dema ji dayik bûye de nabihîze û neçûye dibistana astengdarên nabihîzin. Jina bi navê D.C. jî ku piştî qeza derbas kir, dest ji hevjînê xwe berda, kursiya wê ya bi teker jî tune ye. Her du jin bi piştevaniya cîranan jiyana xwe didomînin û daxwaza jiyanek baş dikin.    Piranî jiyana wê di mutbexê de derbas dibe   Turkan Karagoz a astengdara nabihîze, piranî dema xwe li mutbexa malê derbas dike. Turkan diyaloga xwe ya bi mirovan re bi saya keça xwe ya 16 salî Gozde Karagoz dike û qet neçûye dibistana astengdaran. Turkan 47 saliye û 4 zarokên wê hene. Bi du keçên xwe re dijî. Turkan diyar dike ku ger kar bibîne karkeriya demsalî dike û hevjînê wê jî xurde kom dike û şarededariya Îzmîrê jî piştgiriyê dide lê têr nake.   ‘Ez dixwazim odeyên me cuda bin’    Gozde ji dayika xwe re axaftinan werger dike û piranî dema wê jî ligel dayika wê derbas dibe. Gozde diyar dike ku yekane daxwaza wê ev e ku odeyek wê ya cuda hebe û ev tişt vegot: “Sala borî em hatin vê taxê û ji ber dibistan dur bû ez neçûm dibistanê û di polê de mam, carek din jî neçûm. Rewşa me ya aborî xerabe. Ez alîkariyê didim dayika xwe. Ji xwe hevalên dayika min zêde tune ne. Dema diçe sûkê ez jî pê re diçim. Ji komeleyê alîkarî tê.  Xuşkek min dixwîne diçe pola sêyem.”   Ji cîranan piştgiriyê digire   Jina bi navê D.C. jî salek û nîv berê ji ber qezaya trafîkê felç dibe û piştre lingê wê tê jêkirin. D.C da zanîn ku kursiya wê ya bi teker jî tune ye û ji tu saziyê jî piştgiriyê nagire. D.C wiha got: “Ji ber veguhestin û pandemiyê ez nikarim kontrolên xwe yên tenduristiyê jî bikim. Piştî qezayê min û hevjînê  xwe dest ji hev berda. Sê zarokên min hene. Em bi saya cîranan debara xwe dikin. Em bi zor av û ceyranê didin. Em ji mala xwarinê, xwarinê digirin. Xanî kirê ye. Ez nikarim bixebitim. Bavê min kal e, nikare bixebite. Em bi zor jiyana xwe didomînin. Ji tu derê piştgirî nayê. Li nexweşxaneyek taybet emelyet bibim dikarim baş bibim. Lê bihaye.”   D. C. di dawiya axaftina xwe de daxwaz kir ku bila dewlet piştgiriyek bi rêk û pêk bide û her wiha ji bo zarokên xwe pêşerojeke baş dixwaze.