Fehîme û Zeynep bi germbûna hewayê re dest bi çandiniyê kir 2021-05-08 09:02:10   WAN - Fehîme Anka û Zeynep Orek, bi germbûna hewayê re dest bi çandiniyê kirin. Li baxçeyên xwe gelek cureyên zebze diçînîn, ligel ewqas zehmetiyan hez ji karê xwe dikin.    Di demsala biharê de êdî tov û ax dighêjin hev. Jinên ku li Serhedê dijîn bi germbûna hewayê re dest bi çandiniyê dikin. Jinan tovên ku ji berhemên sala borî digirin davêjin axe. Li taxa Emînpaşa a Artemîta Wanê li ber hemû malan baxçeyek heye. Ev baxçe bi hatina biharê re dixemilin. Malbat li baxçeyên xwe sebze diçînin û kulîlk datînin. Fehîme Anka jî wekî jinên din bi germbûna hewayê re dest bi çandiniyê dike.    Fehîme, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser karê ku biharê dikin û wiha got: “Em li baxçeyên xwe her cureyê sebze û fêkî diçînin. Bi taybetî jî jin bi baxçeyan re mijûl dibin. Em tovên xwe ji berhemên sala borî digirin û şitil dikin. Piştre wan şitilan diçînin. Sebzeyên me têrî me dike. Em zivistan û havînê ji baxçeyên xwe sûdê digirin. Karê min sê hefta beriya niha dest pê kir. Min li baxçeya xwe sera ava kir. Min li vir her cureyên xiyaran çand û ez ê piştre wan şitilan yek bi yek rakim û biçînim. Ez seranserê havînê herî kêm du caran berhem radikim.”   Fehîmeyê destnîşan kir ku bi hatina biharê re barê jinan jî zêde dibe û wiha axivî: “Welatiyên berê ji taxê derketin û çûn TOKÎ’yan dîsa vegeriyan taxê û dest bi çandiniyê kirin. Ji bo aboriya xwe sebze û fêkiyan diçînin. Hilberandin tiştekî gelek xweşe. Divê her jin ji baxçeyê xwe re mijûl bibe. Karek zehmet e lê ez bi kefxweşî dikim."    Zeynep Orek jî wekî Fehîmeyê li baxçeya xwe dest bi çandiniyê kir. Zeynep wiha behsa çandiniyê kir: "Ez di serî de baxçeya ji bo çandiniyê amade dikim. Hilberîna ku li baxçeya me dertê têra zivistanê jî dike. Her wiha em amadekariya zivistanê jî dikin. Li gorî min mirov çava nêzî axê bibe ax ewqas bi bereket dibe. Pirsgirêkên ku em dijîn sedema qutbûna me ji axê ye."    Zeynep, diyar kir ku ji ber qeyrana aboriyê bandorê li welatiyan kiriye û buhayê zebze kiriye û got: "Niha tiştek nayê kirin. Buhayê her tiştî zêde ye. Ji ber vê sedemê jî hilberîna li baxçeyan girîng e û em pê debara xwe dikin."