Bi hatina biharê re pincarê bi şifa li ser tezgehan cihê xwe girt 2021-05-06 09:04:09   WAN - Bi hatina biharê re pincarê ku ji aliyê jinan ve li quntarên çiya tên komkirin li ser tezgahan cihê xwe girtin. Ji bo pincarê eleqe jî gelek mezine.   Li herêmê bi hatina biharê re, berfa ku heliya cihê xwe ji gîhaya şîn re hişt. Pincarê ji her derdî re şifa ye jî ji aliyê jinan ve tê komkirin û li ser tezgahan cihê xwe girt. Pincarên bi navê siyabo, mendê, sîrîk, helîz, çorin, kuvark, kereng, gulîk û rêvas ên ji Şemzînan û Geverê tên Wanê, li ser tezgahan cihê xwe girtin.   ‘Ji çiyan tên ser sifra me’   Welatiya bi navê Muhabbet Guler daxuyakirin ku tenê 3 kîlo kereng girtiye û ji bo vê 30 TL daye û got her çiqas biha be jî di mehên biharê de vê tehmê li ser sifreya xwe bicih dikin. Muhabbetê bi lêv kir ku pincar ji her derdî re derman e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez pincarê dibim malê ji axa wê paqij dikim, dixaşînim û piştre di nav hêkê de sor dikim. Her wiha em dikin sûravkê jî û zivistanê jî dixwin. Pincar ji bo me girîng e. Ji bo tenduristiyê baş e. Ji quntarên çiya tên ser sifra me.”   ‘Pincar di her xwarinê de bi rehetî dikare bê bikaranîn’   Jina bi navê Çîçek Gonca jî bi lêv kir ku 5 sal berê ji Iraqê hatiye Wanê û wiha pê de çû: “Li her çar alî Kurdistanê bi hatina biharê re pincar tê xwarin. Ez li ber her xwarinê datînim. Ji bo nexweşiyan şifa ye. Ji bo her tiştî derman e. Em dikin nav mast. Em hêkan bi ser de dişkînin. Em di penîr de bi kar tînin. Ez dikim şorbeyê. Ez ji Silêmaniyê me. Li wir jî di vê demsalê de li ser tezgahan cihê xwe digirin.”