Welatiyên rêya wan nayê çêkirin: Şaredarî pereyê rê ji me dixwaze 2021-05-05 09:01:08   Medya Uren   MÊRDÎN - Li Taxa Yalimkoyê ya girêdayî navçeya Artukliyê ye ji ber pirsgirêka rêya xirabûyî zarok jî di nav de gelek welatiyan qeza derbas kirin û birîndar bûn. Xwecihên taxê li dijî şaredariya ku rê çênake bertek nîşan dan û gotin:"Ji bo ewlehiya hemû xwecihên vê taxê pêwîst e demildest dest biavêjin kolanê û çêbikin. Şaredarî berpirsiyar e ku xizmeta gel bike."   Li Taxa Yalimkoyê ya ku girêdayî navçeya Artukliyê ya Mêrdînê ye 2 sal in welatî daxwaza çêkirina rê dikin. Ji bo riya wan were çêkirin hemû rêyên weke daxwazname, îmze û çûyina şaredariyê diceribînin, lê şaredarî bêdeng dimîne. Welatî bi bertek in û daxwaz dikin ku şaredarî bi lezgînî karê xwe bike.   Kolana 215 a li Taxa Yalimkoyê ye dikeve ser riya dibistana seretayî û di heman demê de jî li ser riya çûyina bazarê ye. Welatî di 4 salên dawî de her tim diçin şaredariyê û daxwaza çêkirina rê dikin. Şaredarî 'dibêje ev ne karê me ye û divê tax di navbera xwe de pere kom bike û rê çêbike'. Di encama çûyin û hatinan de jî gelek welatiyan qeza derbas kirine û birîndar bûne.   'Şaredarî karê xwe nake'   Muzazez Çelik da zanîn ku şaredarî berpirsiyar e ku xizmeta gel bike û wiha got:"Ev kolaneke ku herî zêde tê bikaranîn û di navenda bajêr de ye. Rexmê israran jî şaredarî karê xwe nake û nayên çênakin. Ji bo ewlehiya hemû xwecihên vê taxê pêwîst e demildest dest biavêjin kolanê û çêbikin. Dixwazin em di nava xwe de pere kom bikin û çêbikin. Pereyê me tune ye em kirêya xwe jî bidin da ku em riyan çêbikin. Şaredarî berpirsiyar e ku xizmeta gel bike. Em jî daxwaz dikin ku riya me were çêkirin."   'Ev rêya herî tê bikaranîn e'   Emîne Alak da zanîn ku ji bo çêkirina rê wan gelek carî serlêdan kirine û wiha domand:"Em daxwaz dikin ku di demek herî nêz de ev rê were çêkirin. Ev rê riya me ya bazarê ye û her roj bi dehan zarok li ser diçin dibistanê û tên. Dema em diçin bazarê em bi alîkariya kesan tên û diçin. Dema zarok diçin jî em bi heman metirsiyê rû bi rû dimînin. Me bi gelek rêyan serî li şaredariyê da. Lê bi tu awayî bersivek nehat. Şaredarî bi israr bêdeng dimîne. Gelo li benda çi ye? Ev karê şaredariyê ye û nake."   'Hûn li benda qezayên mezintir in?'   Guneş Alak jî berteka xwe wiha nîşan da: "Weke her carê heman derd û heman aciziya me heye. Rêyên Mêrdînê yên ku her timî pirsgirêk in îro jî pirsgirêka me ya herî mezin e. Em ji şaredariya mezin a Mêrdînê gilîdar in. Bi salane em li bendê ne ku vê rêyê çêbikin. Zarokên me û malbata me li vir in. Her roj vê rêyê bi kar tînin. Ji bo çûyîn û hatinê em tengasiyên mezin dijîn. Em bi alîkariya çend kesan diçin bazarê an jî bar dikşînin. Ma heta ku tiştek ji zarokek an jî ji welatiyekî hat wê dest bi çêkirinê bikin? Li benda qezayên mezinin. Hûn li benda qezayên mezintir in?"   'Şaredarî pereyê rê ji me dixwaze'   Gulîzar Îpek da zanîn ku şaredarî ji bo çêkirina rê pere ji wan dixwaze û wiha got:"Di fermîyetê de ev weke kolanekê tê dîtin. Dema hûn di nexşeyê de jî binêrin hûn ê bibînin. Rast e rêya herî çalak a ku tê bikaranîn e. Ango were çêkirin jî wê erebe li ser herin û werin. Lê berdin erebe ji ser here mirov bi zorê di nava metirsiyê de li ser dimeşin. Her roj zarokên me li ser van rêyan û kolanan in. Dibe zarokên me bikevin. Heta niha bi dehan zarok li ber çavên me ji vir ketine. Wê rojê jî pîrek ket û çokê wê şikest. Zarokên me jî di metirsiyê de ne. Şaredarî ji me re dibêje pere kom bikin. Em ê çawa pere kom bikin? Hemû welatiyên li vir rûdinên xizan in û rewşa wan diyar e. Ev jî karê şaredariyê ye."   'Rêyek din tune ye'   Zehra Alak da zanîn wan gelek carî bertek nîşan dane û wiha domand:"Ev ne cara yekem e em bertekên xwe nîşan didin. Me daxwazname da, em bi xwe çûn. Hatin lê nêrîn û çûn. Tiştekî din nekirin. Li vir zarokên min, xwişk û birayên min diçin dibistanê. Gelek caran li vir qeza derbas kirin. Dora xaniyên me girtî ne, rêyek din tune ye. Berê sînorê vê avahiya nêzî rê kintir bû em di wir re diçûn û dihatin. Lê wir jî girtine û ev rê tenê maye. Mixabin ew jî di vê rewşê de ye."