Kumru ya şivaniyê dike amadekariya ku biçe zozanan dike 2021-04-20 09:06:33   WAN - Kumru Komî ya bi germbûna hewayê re xwe amade dike ku biçe zozanan, ji ber ku êm ê pezê wê qediyaye li taxê pezê xwe diçêrîne.   Bi hatina biharê re welatiyên demsala havînê li zozanan derbas dikin, niha ji ber êm ê pezê  wan qedyaye hewl didin li taxan  pez biçêrînin. Li navçeya Artemît a Wanê li taxa Supha, Kumru Komî hewl dide pezê xwe li ersaya vala ya pişt nexweşxana lêkolînê biçêrîne.   Havînan tenê li gund dimînin   Kumru diyar kir ku di salên 90’î de j gundê Tureşan ê Ebax a Wanê koçî taxa Suphan a Artemîtê kirine û got nêzî 10 salan sewalkarî nekirine. Kumruyê daxuyakirin ku di encama ferzkirina pergala cerdervaniyê de ji gundê xwe derketine û beşeke pezê  xwe firotine û got: “Me tenê bi xwedîkirina pez debara xwe dikir. Me biryar da em dîsa pez bigirin. Me xwest em vegerin gundê xwe lê derfetan dest neda. Em havînan tenê diçin. Gundê me hîna jî herêma qedexekirî ye. Em diçin gundê Xumar ê girêdayê navçeyê.”   ‘Her der gelaş e û pez têr nabe’   Kumruyê wiha got: “em bi hatina biharê re diçin zozanan. Hîna hewa baş germ nebûye. Mehên zivistanê dirêjin. Em neçarin pez demek dirêj di axuran de xwedî bikin. Bihayê êm jî zêde bûye. Dema diqede em neçarin pez bibin li taxan biçerînin. Lê her der gelaş e û pez  têr nabe.”   'Bar hemû li ser milê jina ye'   Kumruyê bi lêv kir ku xwe amade dikin hefteyek şûnde pezê xwe bibin zozanan û ev tişt anî ziman: “Berê bi rojan em di rê de diçûn. Niha em bi kamyonan diçin. Bar hemû li ser milê jina ye. Lê zehmet be jî ez ji pezê xwe hez dikim. Jiyana gund ji ya bajêr xweştir e. Em bêrîvaniyê dikin. Em bi şîrê ji pez digirin amadekariya zivistanê dikin. Em penîr û mast çêdikin. Zivistanê em wisa derbas dikin.”   ‘Zextan li me dikin’   Kumruyê di dawiya axaftina xwe de desnîşan kir ku li gund dema diçin dotina pez qereqol zextan li wan dike û wiha dawî lê anî: “Qerekol ji gund dur be jî di nav rojê de dema em diçin bêriyê nasnameyan kontrol dike. Ev me gelek aciz dike. Em di bin zexta leşker û qerekolê de ne. Lê ev pêşî li me nagire. Ev zilm bi salan e didome. Em dixwazin zilm bidawî be.”