'Dewlet bi şandina teblîgatên deyn bi min re dibe alîkar!' 2021-04-14 09:10:46   ENQERE - Gulçin Coşkun a ji aliyê malbata xwe ve di zarokatiya xwe de hat zewicandin piştî tundiya sîstematîk a 38 salan dît doza hevberdanê vekir. Gulçina ji aliyê mêrê dixwaze dev jê berde gef lê tê xwarin di heman demê de li dijî xizaniyê têdikoşe. Gulçîna banga piştevaniyê ji aliyên hestiyar kir wiha got:"Dewlet bi şandina teblîgatên deyn bi min re dibe alîkar!"   Di serdema AKP-MHP'ê ya mêr pîroz tê dîtin de ji ber polîtîkayên rewakirina tundiyê û bêcezahiştinê tundiya li ser jinê her diçe zêde dibe. Li mal, cihê kar, kuçeyan jin hem bi tundiya zayendê, tundiyê ya mêr hem jî bi ya dewletê rû bi rû tên hiştin. Jin çareseriya li dijî vê yekê jî piştevaniya jinê dibînin. Îktidar dewsa polîtikayên li dijî tundiya li ser jinê pêş bixe mixabin bi gotinên dijminatiyê vê tundiyê zêdetir dike. Gulçin Coşkun a li Enqereyê dijî tundiyê bi gelek hawî dibîne û li dijî vê yekê têkoşîna xwe didomîne.    'Ez ne zarokatiya xwe ne jî ciwantiya xwe jiyam'   Gulçina hîn di zarokatiya xwe de tundiya mêr nas kir hîn di 14 saliya xwe de ji aliyê bavê xwe ve bi zorê tê zewicandin. Piştî dizewice ji Kirşehîrê bar dike û diçe Enqereyê. Vê carê jî tundiyê ji mêrê pê re dizewice dibîne. Gulçînê da zanîn ew hîn zarok bû dayika wê jiyana xwe ji dest daye û wê ji çar xwişk û birayên xwe re dayiktî kiriye û wiha got:"Ez hîn 14 salî bûm malbata min ez bi kesekî qet min ew nedîtibû da zewicandin. Li malê min wekî koleyekê didan xebitandin. Dema min nikaribû  bikira jî tundî li min dikirin. Ez çûm ser erdan û li axuran bi daran bi min dadan. Ez ji mala xwe hatin qewirandin. Xwesî û xezûrên min jî tundî li min kirin. Ez ne zarokatiya xwe ne jî ciwantiya xwe jiyam. Min nikaribû ji ber tundiya li min dihat kirin îdare bikira lê belê ji ber min nikaribû zarokên xwe berda min ew tundiya dîsa didît. 38 salan min heman tundî dît."   Gef lê tê xwarin   Gulçîna dixwaze dev ji mêrê tundiyê lê dike berde ji ber tundiya civakê nikare gaveke wiha biavêje. Gulçînê ji ber tundiyê giliyê dike û piştre li stargeha jinan bi cih dibe. Du caran derbarê mêrê tundiyê lê dike biryara jidûrxistina ji malê tê dayin. Doza hevberanê ya Gulçinê vekir didome. Lê belê ji ber vêya mêrê bi salan tundî li Gulçinê kir gefa li Gulçinê dide xwarin. Gulçina dibêje min gotiye dibe ku biguhere lê belê neguheriye dîsa tundî kiriye anî ziman wê êdî îdare nekiriye. Gulçinê tîne ziman ku wê zarokên xwe girtiye û çûye ketine malekê demekê li ser kartonan jiyane wê gustîlka di destên xwe de xurde kiriye.    'Min dikarin ji malê biavêjin'   Gulçina piştî tundiya mêrê pê re zewicî û xwesî û xezûr vê carî jî bi tundiya aboriyê rû bi rû dimîne diyar kir ku ew bi zarokên xwe li maleke nikare faturayên wê bide dijî. Gulçina anî ziman ew ji ber nerehetiyên xwe yên kronîk nikare bixebite got 3 kirêyên wê ketine ser hevdu. Gulçinê da zanîn teşhîsa KOAH(Nexweşiya Cegerê ya Obstruktif a Kronîk) ji bo wê hatiye danîn û got cîranên wê ji bo wê ji firnê nanê kevn tîne û ew hefteyekê bi vî nanî îdare dikin û got fatureyên wê û kiriya wê yên sê mehan ketine ser hevdu û ger nikaribe bide ew ê ji mal jî bê avêtin.    'Dewlet bi şandina teblîgatên deynan dibe alîkar!'   Gulçina da zanîn ku tevî pirsgirêkên aboriyê polîsan li zarokên wê ji ber li derve bê rûpoş bûye 2 hezar û 500 TL  cezayê pereyan biriye û got teblîgotên ceza pir bê rehm e û wiha domand:"Ma bi rastî jî dewlet ev e ? Dewlet bi şandina teblîgatên deynan bi min re dibe alîkar!   Ji Gulçinê banga piştevaniyê   Gulçina li hêviya piştevaniyê ye wiha got:"Ez di rojê de 10 dermanan bi kar tînim û bi vî halê xwe dixebitim. Dema hevberdan pêk bê ew ê SKK jî tune be û ez ê nikaribim dermanên xwe jî bigirim. Ez hêvî dikim ku hinek alîkariya min bikin. Ez hema biçûk be jî dixwazim xaniyekî min ê ez karibim serê xwe bixêm hebe. Hewcedariya min bi pariyek nan heye lê belê cezayê pere li min tê birîn. "