'Em çavkaniya xwe ya debarê paşve dixwazin' 2021-04-11 09:13:59   Derya Ren   RIHA - Li Serêkaniyê TÎGEM’ê dest danîbû ser pezê koçeran. Koçeran dan zanîn ku bi salane li ser vê axê dijîn û gotin: “Yekane çavkaniya me ya debarê sewalkarî ye. Tevî dewlet vê dizane, hewl dide me ji cihê me bike.”   Di rojên borî de, li Serêkaniyê ya Rihayê, welatiyên li mêrga nêzî qada çandiniyê ya girêdayê Midûriyeta Giştî ya Karkerên Çandinî (TÎGEM) pezên xwe diçêrandin, TÎGEM'ê pezê malbatek koçer desteser kiribû.Koçeran dan zanîn ku pez birine saziya girêdayê TÎGEM’ê û li wir tî û birçî hatine hiştin. Welatiyan da zanîn ku ji bo pez bigirin serlêdan kirine lê TÎGEM’ê pereyê lênerîna pez xwestiye.   Koçerên li gundê Hamîdaşê dan zanîn ku TÎGEM bi vê polîtîkayê hewl dide gel ceza bike û gotin ew bi salen li ser vê axê dijîn û desthilatdarî divê li gorî vê gavê bavêje.   ‘Leşkeran dest danî ser pez’   Ji gundiyan Zehra Kara bi lêv kir ku av û ceryan tune ye lê neçarin li vir bijîn û wiha pê de çû: “Ev 40 sal e em li vir dijîn. Av û ceryana me tune ye. Lê em jiyana xwe didomînin. Dema em pez berdidin mêrgê leşker ya digirin yan jî êrîşê me dikin. Em nizanin çi bikin. Em ji vir biçin em ê ji birçîna bimrin. Pez me têr dike. Lê dewlet nahêle em biçêrînin. Ligel vê nahêlin em ji derdora malê bibin cihekî din. Pezê me ji birçîna wê bimre.”   ‘Hewl didin me ji warê me bikin’   Zehrayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zarokên me her tim nexweş dikevin. Nexweşxane dur e. Em zehmetiyan dikşînin. Erse dan gelek cîranên me. Lê qîmeta erseyan tune ye. Em koçerin. Em nikarin li cihekî bimînin. Ji bo me ax tunebe jiyan jî tune ye. Divê dewlet vê bizane. Tevî vê me ji warê me dikin. Lê em vê qebûl nakin.”   ‘Gelo me ne gunehe’   Ji heman gundî Vetha Demîr jî destnîşan kir ku ew bi tehdîda ku TÎGEM pezê wan desterser bike re rû bi rû ne.  Desthilatdarî dixwaze em ji vir derkevin. Em ji vir dernakevin. Bila me bikujin. Sewalên me tî û birçî di axuran de ne. Gelo ma ne gunehe. Em di çi rewşê de ne bila bên bibînin. Ne av heye ne ceryan. Em avê ji bîrê kaş dikin. Hem em hem jî sewalên me heman avê vedixwin.”   ‘Şert xerab bin jî ev der warê me ye’   Vethayê jî bi lêv kir ku havînan şert hîn bêtir xera dibin û got tevî hemû neyîniyan li berxwe didin û wiha dawî lê anî: “Hun jî me dibînin. Mêrg tunebin jiyana me disekine. Em li vê axê hatin dinê. Em li vir dijîn. Em dest ji axa xwe bernadin.”