Bihuşta veşartî ya bêhna mirov vedike: Xursê 2021-04-06 09:03:25   Medya Uren   MÊRDÎN - Bajaroka Xursê ya girêdayî navçeya Qosera Mêrdînê ye bi hatina biharê re bi dîmenên bêhna mirov fireh dike wateyeke xweş li jiyanê bar dike. Loma gelek kes ji bo ji vê wateyê mehrûm nemînin diçin serdanê.     Bajaroka Xursê ya girêdayî navçeya Qosera Mêrdînê ye, ji 12 gundan pêk tê. Gundên dikevin nava newala rêzeçiyayên biçûk ên navbera Mêrdîn û Qoserê de bi hatina biharê re dibe yek ji cihên ku herî zêde serlêdan lê çêdibe. Her sal bi hezaran kes li gundên xursê kom dibin. Îsal jî dîsa ji nû de kulîlk dibişkivin, darên fêkiyan pel didin û çiya bi rengê keskîn xwe dixemilîne. Mirov dixwaze kulîlkan bêhn bike û hewaya vê xwezayê ya paqij bikişîne hundirê xwe.    Buhuşta veşartî ya bêhna mirov vedike: Xursê    Xurs di heman demê de bi sîpelên avê bi nav û deng e. Ev jî dibe sedem bibe xwediyê taybetmendiyekê. Di heman demê de li ser çemê Xursê aşên kevn ên dîrokî cih digirin. Xaniyên wan ên kevnare jî bi taybetî balê dikşîne. Di warê dîrokî de jî ji ber dewlemend e loma berê mirov dikeve vî alî. Ew di heman demê de ji aliyê tûtinê û darên fêkiyan jî dewlemend e. Loma wekî buhuşteke veşartî ye. Gundî li vê buhuşta veşartî dest bi çandiniyê dikin.    Jin pincar didin hev   Pincarên ku weke derman tên bikaranîn jî li vir pir şên dibin. Bi hatina biharê re jî her der bi pincar tije dibe. Di vê demsalê de gelek jin pincar didin hev. Jin hem ji bo xwarinê hem jî ji bo tendirustiyê ji pincar fêdeyê dibînin. Bi cureyên pincaran dewlemendiyeke din a Xursê xwe dide der. Li gel dewlemendî, coş û kelecana hatina biharê Xursê hêviyên mirovan zindî û dilê wan jî geş dike.