Hulya Samûr: Bi destpêka biharê re tûzik tê komkirin 2021-03-14 09:01:28   Sema Çaglak    AMED - Li gundikê navçeya Farqîna Amedê jî bi hatina demsala biharê re berhevkirina nebat û giyayan dest pê kirin. Hulya Samûr a ku tûzikê kom dike wiha dibêje: “Em jin wan nebatan wekî bi çavkaniya şîfayê dibînin. Loma zêdetir em cureyên nebatan nas dikin û em dizanin feydeyan wan ji çi re heye.”   Li her deverên Kurdistanê em ji her cureyên nebatan sûdê digirin. Bi taybetî bi hatina biharê re nebat û giyayê li çol û çiyan û nava zeviyan şîn dibin derdikevin pêşperî me. Nebat û giyayên wekî kereng, tûzik, pirpar, sîrik, tolik, qinbar û her wekî din balê dikişîne ser xwe.  Ev nebatên ku wek kevneşopiyek tê dîtin, bi hezar salan in ji aliyê gundiyan tê xwarin û sûdê ji wan tê hilgirtin.     Yek ji wan nebatan a ku eleqeyek mezin dibîne Tûzik e. Tûzik, cureyekî  pincaran e ku tê xwarin. Ev nebat li her deverên avzek şîn dibin. Hundirê navtenga wê vala ye û ji navtengê çiqil derdikevin. Bi çiqilan ve pelên kesk yên zirav dertên. Ev nebata ku  hema hema li her deverên herême de şîn dibe di çand û folklora kurdan de jî cih digire.   ‘Bala jinan li ser nebatan heye’   Li gundê gundikê navçeya Farqîna Amedê jî bi hatina demsala biharê berhevkirina nebat û giyayan dest pê kirin. Hulya Samûr (38) jî yek ji wan jinan e ku ligel malbata xwe bi germbûna hewayê hatine seyranê hem jî di vê navberê de nebata tuzikê kom dike. Hulya dibêje bi taybetî bala jinan li ser nebatan heye û axaftina xwe re wiha berdewam dike: “Dema ku hewa êdî germ bû û ber biharê ve diçe, em jî dikevin nav çol û zeviyan. Em îro ji bo seyranê hatibûn lê min wan tûzikan dît û xwest kom bikim. Bala min gelek li ser giyayan heye. Ewilî jî gava dê û dapîrên min diçûn çol û zeviyan me jî bi xwe re dibirin. Loma ji biçûkatiyê de bala min heye û kengê min dît ez kom dikim.”   Tûzik dermanê tansiyon, şekir û xweparastina laşe ye   Hulya got sûda tûzikê gelek e û wiha axivî: “Em tûzikê kom dikin û dişon li ber xwarinan dixwin an jî dixin nav seleteyê. Ev nebat bi piranî nayê pijandin xav tê xwarina lê yên ku dipijînin jî hene. Lê helbet feydeyên wê jî heye. Tûzik ji tansiyon, nexweşiyên şekir û ji bo hêzbûna xweparastina laşe wek derman e. Em jin wan nebatan wekî bi çavekê şîfayê dinihêrin. Loma zêdetir em cureyên nebatan nas dikin û em dizanin feydeyan wan ji çi re heye.”