Tevî biryara dadgehê radestî kar nayê kirin 2021-03-09 09:01:08   WAN - Zehra Arslan a ku qeyûm dawî li karê wê anî, tevî biryara dadgehê hîna radestê kar nehatiye kirin. Zehra ku nexweşa dil e, wiha got: “Divê 20 rojan carê min derzî li xwe bixista. Ev sê sal in nikarim bikim. Ger tiştek bê serê min berpirs, kesên dawî li karê min anîne.”   Di 17’ê Mijdara 2016’an de qeyûm tayînê şaredariya Wanê ya DBP’ê bibû û çawa qeyûm hatibû dawî li karê 653 kesî anîbûn. 3 sal in tevî biryara dadgehê, 306 karker bi awayekî kêfî ji mulakatê derbas nabin. Ji 306 karkerî 3 hebî jiyana xwe ji dest da. Ji van sê kesan yekî ji ber hecîza hat ser mala wî qeyrana dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Niha 303 karker ji ji bo debara xwe bikin li çareseriyan digerin û li bendê radestkirina xwe ne. Yek ji van karkeran jî Zehra Arslane. Zehra di Nîsana 2017’an de ji kar hat avêtin. Zehra girêdayê ba, ji dil nerehete û ji ber rewşa aborî jî nikare derman bibe.   Mobîng pêk hat   Zehra bi 6 hevalên xwe yên jin re li Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Wanê (VASKÎ) dest bi kar dike û 6 salan dixebite. Zehrayê got piştî qeyûm tayîn dibe rastî mobîngê tên û got: “Me tawîz neda hewldanên wan yên ji kar derxistinê. Me karê xwe meşand. lê herî dawî dawî karê me anîn.”   ‘Bi ser karkerên jin de diçûn’   Zehrayê diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûman amîrên yekîneyê ew li derveyê qadên kar jî dane xebitandin û wiha pê de çû: “Gelek bi ser jinan de dihatin. Ji bo şûnde gavê bavêjin pir hewl dan. Digotin bila şaşiyek hebûna û me ew ji kar derxistibana. Ji bo jinekê aborî gelek başe û bi salan min aboriya xwe bidest xist. Dema mirov pereyê xwe bixwe qezenc bikin mirov azad in. Çiqas mirov bêjin hevjînê mirov e, disa jî xwestina pere hestek nexweş. Ji ber ku niha mûçeyê min tune ez nikarim ji zarokên xwe re tiştek bigirim. Karekî bi rêk û pêk yê hevjînê min tune. Em her du jî naxebitin.”   Zehrayê daxuyakirin ku nexweşa kronîk a dile û wiha pê de çû: “Beriya min kar derbixin ez çûm Stenbolê derman bûm. Li bajar dermankirina wê tunebû. Li Stenbolê dermankirina balon kirin. Divê 20 rojan carê bihatama dermankirin. Niha nikarim bikim. Divê ez xemgîn nebim, xwe nedim zorê. Sîgorteya min derfet bû. Lê piştî ji kar hatim derxistin ev derfet jî çû.”   ‘Mulakat hincete’   Zehrayê diyar kir ku ji 653 karkerên ku dawî li karê wan hatibû dayîn, yên ku negirtin mulakatê û şûnde girtin jî hebûne û got bi 303 hevalên xwe re bi hinceta ji mulakatê nehatine girtin. Zehrayê dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bi awayekî kêfî vê dikin û got: “Ger bixwazin wê hema bigirin.Em hemû di rewşek zehmet de ne. Me debara xwe dikir. Em dixwazin karê me şûnde radest bikin. Ez nikarim dermankirina xwe bikim. Tiştek bê serê min berpirs yên ku em ji kar derxistinê ne.”